Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Çalakgerê rojiya mirinê: Tekane rê serkeftin e

Li Silêmaniyê Merwan Menduh Ozdemîr li dijî tecrîdkirina Ocala 9 roj in di rojiya mirinê de ye. Ozdemîr wiha got: “Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin. Em canê xwe bidin jî em ê bikin. Jê pê ve tu rêyeke din tune.”

Ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkîne Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdarê de greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakiya Guven di nava demeke kurt de li Kurdistan û li her parçeyên cîhanê belav bû. Li girtîgehan bi hezaran kesan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li zindanan 30 girtiyên PKK û PAJK’ê jî dest bi rojiya mirinê kirin û berxwedan derbasî qonaxeke din bû. Di 14’ê gulanê de jî ciwanê ji Colemêrgê Merwan Menduh Ozdemîr li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dest bi rojiya mirinê kir. Berxwedana Ozdemîr di roja 9’an de didome. Ozdemîr ji ANF’ê re qala têkoşîn û jiyana xwe dike.

Ozdemîr ê ku di lîseyê de di nav xebatên ciwanan de bû, di sala 2011’an de dema ku 18 salî bû hat girtin û du salan girtî ma. Piştî ku hat berdan li ser îxbarekê dîsa hat girtin. Ozdemîr ê ku di sala 2015’an de tê berdan, dîsa dikeve nav xebatan. Di xebatên hilbijartinê de bi awayekî aktîf cih digire. Herî dawîn dema ku tevlî meşa şermezarkirina Qetlîama Pirsûsê bû, hat binçavkirin ceza lê tê birîn û tê berdan. Ji bo ku nekeve girtîgehê, berê xwe dide başûrê Kurdistanê. Di serê havîna 2018’an de tê başûrê Kurdistanê û berxwedana xwe li vir didomîne.

Ozdemîr li ser hatina xwe ya Başûr van tiştan dibêje: “Ez li başûrê Kurdistanê ne penaber im. Ez li parçeyekî din ê welatê xwe me. Ez li ser axa welatê xwe dijîm û ez xwe wekî kesekî sirgun nabînim.”

‘Rojiya mirinê ne çalakiya mirinê ye’

Ozdemîr diyar dike ku her bihustek axa Kurdistanê qada têkoşînê ye û wiha dibêje:“Rojiya mirinê, ne çalakiya mirinê ye. Ev berxwedan tê wateya afirandina jiyanê. Ji zû ve ye li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran heye û ji bo şikandina vê tecrîdê têkoşîneke xurt heye. Min jî dest bi vê çalakiyê kir. Ev çalakî xwerexnedayîna min e jî. Min niha dîtiye ku li Kurdistanê tu kes ji têkoşînê nareve. Divê were zanîn tecrîda li ser Rêbertî ne tecrîda li ser mirovekî ye. Dixwazin têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn tecrîd bikin. Ev tecrîd li ser felsefeya jiyanê ye. Em jî bi çalakiyên xwe dixwazin diyar bikin ku em vê tecrîdê qebûl nakin. Min xwest ez di berxwedana ji bo têkoşîna azadiya Rêber Apo de cih bigirim û deynê xwe bidim. Ji ber vê jî tekane daxwaza me şikandina tecrîdê û azadkirina Rêbertî ye. Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin. Em canê xwe bidin jî em ê bikin. Jê pê ve tu rêyeke din tune.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar