Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Provokasyona li girtîgeha Kandirayê berdewam dike

Rêveberiya girtîgeha Kandirayê bi ser qawîşên Sebahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag û Aysel Tugluk de girt. Di dema serdegirtinê de gardiyanan dest danîn ser radyoyên girtiyan

Provokasyonên dewleta tirk a li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de berdewam dike. Bi taybet jî di demên dawî de zextên dewleta tirk ên li ser girtiyan zêde bûn. Balkêşe ku piştî hevdîtinên parêzeran ên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, êrîşên li dijî girtiyan jî zêdetir bûn.

Di saetên ku agahiya çûyîna parêzerên Ocalan a Îmraliyê bi raya giştî re hate parvekirin de, Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesaba xwe ya medyaya civakî agahiyeke girîng parve kir. HDP’ê da zanîn ku li Girtîgeha Kandirayê gardiyanan bi ser qawîşên hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ku 127 rojin di greva birçîbûnê de ye, hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û parlamentera berê Aysel Tugluk de girtiye. HDP’ê ragihand ku di serdegirtinan de rêveberiya girtîgehê dest danîne ser radyoyên li qawîşan.

Hêjayî gotinê ye ku hefteyek berê jî gardiyanan bi ser gelek qawîşên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de girtibû û dest danîbûn ser radyoyên wan. KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar