Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Waliyê Rihayê hewldana komkujiyê rewa nîşan da

Waliyê Rihayê Abdullah Erîn îro çû serdana karkerên ku ji hêla hêzên tîmên tevgera taybet ve hatine gulebarankirin. Erîn di serdanê de bi gotinên weke ‘polîsan bi awayekî ku nebe sedema talûkeya jiyanê gule li dolmîşa karkeran barandin’ xwest hewldana komkujiyê rewa bike

Di 18’ê gulana îsal de tîmên tevgera taybet ên artêşa tirk li taxa Elîgor a Pirsûs a Rihayê dolmîşa karkerên çandiniyê gulebaran kir. Di encama gulebaranê de karkerên bi navên Hava Algac, Emîne Çalişan, Gulcan Ertaş, Aysel Geçîçî, Zehra Kurt û Kubra Kurt birîndar bûn. Têkildarî mijarê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan ji bo ku wezîrê karên hundir ê dewleta tirk bi bersivîne, pêşnûmepirsek pêşkeşî meclisê kir.

Waliyê Rihayê Abdullah Erîn jî îro karkerên ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatine birîndarkirin û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê tên dermankirin, ziyaret kir. Erîn di serdanê de axaftinên sosret kir û bi gotinên weke ‘polîsan bi awayekî ku nebe sedema talûkeya jiyanê gule li dolmîşa karkeran barandin’ hewl da hewldana komkujiyê rewa bike.

Erîn da zanîn ku ji bo lêkolînkirin û lêpirsînkirinê, bûyer derbasî Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bûye û der barê kiryaran de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar