Li Antalyayê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê welatiyan çalakiya deng derxistinê li dar xistin û vê bangê “Deng bide berxwedana zindanê” li gel kirin
Li taxa Habîpler a navçeya Kepez a Antalyayê komeke welatî li hev bûn û bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê çalakiya deng derxistinê li dar xistin.
Welatiyan tenekeyan dan destê xwe û bi lêdanan tenekeyan re dûrişmeyên mîna “Leyla Guven rûmeta me ye”, Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Her wiha welatiyan ji bo çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi van gotinan banga hestiyariyê li gel kirin: “Deng bide berxwedana zindanê. Em her roj saet 22.00’an de deng derxin û li qadan bin, deng bide bila tecrîd rabe. Deng bide bila girtî bijîn.” ANTALYA