Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Baroyên Kurdistanê: Îşkencekar dê hesab bidin

Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Îdir, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê bi daxuyaniyekê hevpar xwest ku pêşî li lêpirsîna li Xelfetiyê neyê girtin. Baroyan destnîşan kir ku dê îşkencekar hesabê bidin darazê û heta ku hiqûq li vî welatî serwer dibe jî dê têbikoşin

Di 18’ê gulanê de li gundê Derto yê Xelfetî ya Rihayê dema ku hêzên artêşa tirk derketî operasyonê, şer derket. Piştî şer jî artêşa tirk li Xelfetî û Hewagê bi ser gelek malan de girt û di nav de zarok û jin jî bi dehan kes bi îşkenceyê binçav kirin. Di dema binçavkirinê de  welatî rastî îşkenceyê hatin û hîn jî binçavkirî ne. Têkildarî mijarê baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Îdir, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê daxuyaniyeke hevpar weşand.

Di daxuyaniyê de baroyan diyar kir ku di asta her kêliya pêvajoya şopandin û lêpirsînê de mafê parêzer ê dîtina bi bersûc re, di pêvajoya îfade girtin û dayînê de li cem bersûc û daxwaza piştgiriya hiqûqî nikare bê astengkirin. Baroyan got ku her wiha bêyî wekelatnameyê, parêzer dikare li cihekî kes nebihîze her tim bi kesên guman û bersûc re hevdîtinan bike û nivîsên di vê mijarê de jî nikarin bên konntrolkirin. Baroyan destnîşan kir ku ev maf û mafê parastinê nayê sînordarkirin û yên ku vê dikin jî bi vekirî sûc dikin.

‘Îşkencekar bêceza dimînin’

Daxuyanî wiha dom kir:

“Hêzên ewlehiyê îşkenceyê weke rêbazeke lêpirsîn û cezakirinê bikartînin. Rayedarên yekîneyan vê yekê red dikin lê destûr nadin ku ev yek bê lêpirsîn. Tevî ku di bûyera şênber û gelek bûyerên din de îşkence hatiye tespîtkirin jî, serlêdanên sûc ên der barê hêzên ewlehiyê de bê encam mane û der barê îşkencekaran de pêvajoyeke hiqûqî nehatiye destpêkirin. Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiyeyê îmze kiriye, tu kes nikare bê îşkencekirin û rastî muameleyên xerab bê.

Ji bo ku îşkencekar hesabê bidin darazê em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Bila di vê mijarê de gumanên tu kesî nebin. Heta ku hiqûq li vî welatî serwer dibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin ku pêvajoya lêpirsînê li gorî mafên mirovan û hiqûqê bê bidawîkirin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar