PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Ji rojnameger Demîr re ceza hate xwestin

Rûniştina yekemîn a doza Xwediya Îmtiyazê ya rojnameya Gazete Karincayê Necla Demîr hat dîtin. Di dozê de dozger bi îdiaya ‘bi pergalî propagandaya rêxistinê kiriye’ xwest ku Demîr bê cezakirin. Doz taloqî 11’ê tîrmehê hate kirin

Rûniştina yekemîn a danişîna doza Xwediya Îmtiyazê ya rojnameya Gazeta Karincayê Necla Demîr ku bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hatiye vekirin, li 33’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. Di danişînê de Demîr û parêzerê Demîr amade bûn. Di heman demê de gelek rojnamegeran jî doz şopand. Rûniştin piştî tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.

Di danişînê de rojnameger Demîr anî ziman ku îdiayên der barê nûçeyên ku têkildarî Efrînê di sala 2018’an de di Gazete Karincayê de derketine li dijî hiqûq û azadiya çapameniyê ye. Demîr got ku nûçe ji bo agahdarkirina raya giştî, di çarçoveya azadiya fikir û xwe îfadekirinê de hatine çêkirin.

Demîr diyar kir ku îdiayên der barê wê de, li derveyî azadiya sînorê azadiya fikir û xweîfadekirinê ya ku di Makeqanûn û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê de hatiye pênasekirin e. Demîr îdiayên der barê wê de jî red kir û daxuyand ku nûçeyên hatine çêkirin, di çarçoveya karê rojnamegeriyê de hatine amadekirin. Demîr beraata xwe xwest.

Parêzer Ozcan Kiliç jî bi lêv kir ku di îdianameyê de tên gotin ku ‘sûc’ bi rêya çapemeniyê hatiye kirin lê ji bo weşanên dijîtal pêkanîna vê yekê nîne. Piştî parêzer Kiliç, dozgerê dadgehê mafê axaftinê girt û mutalaaya xwe ya têkildarî esasê pêşkêşî dadgehê kir. Dozger îdia kir ku Demîr sûc kiriye û bi îdiaya ‘bi pergalî propagandaya rêxistinê kiriye’ xwest ku ceza li Demîr bê birîn.

Li ser daxwaza demê ya Demîr û parêzer, heyeta dadgehê rûniştin taloqî 11’ê tîrmehê kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar