Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de li Ebex û Bazîdê li dijî artêşa tirk çalakî li dar xistin û 11 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Serhedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de hêzên wan di 20’ê gulanê saet 15.20’an de li nêzî gundê Sarisû yê Ebexê ya Wanê li dijî wesayita zirxî ya artêşa tirk çalakiyek li dar xistin û ev agahî parve kir: “Hêzên me ji nêz ve li vê wesayîta dijmin dane û wesayît îmha kirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin herî kêm 10 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku çalakî li dar xistiye jî bi selametî vegeriyane baregehên xwe.
Her wiha d çarçoveya pêngavê de hêzên me di 21’ê gulanê saet di 14.00’an de li dijî leşkerên girê ewlehiya qereqola Serêkaniyê ya Bazîda Agiriyê, çalakiyek sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.” BEHDÎNAN