Polîsan careke din bi ser taxa Qoserê ku beriya niha 19 kesan lê binçav kiribû de girt û 4 kesên din jî lê binçav kir
Di 18 mehê de li taxa Dêrto ya navçeya Xalfetî ya Rihayê di navbera polîs û HPG’iyan de şer û pevçûn derketibû û cîgirê qomserê polîsan ê Rihayê hatibû kuştin û 2 HPG’î jî şehîd bûbûn. Li ser vê yekê cendirme û polîsan bi ser taxa Derto ya navçeya Xalfetiyê û taxa Qoserê ya navçeya Hewagê de girtibûn û gelek kes binçav kiribûn. Cendirmeyan îro serê sibehê careke din bi ser taxa Qoserê de girt û 4 kesên din jî binçav kir. Hat ragihandin ku cendirmeyan di serdegirtinê de deriyên mala şikandin û welatiyên bi navê Mahmût Pehlîvan, Vakas Kiliç, Abdûllah Polat ve Besravî Atmaca binçav kirin û birin Şaxa TEM’ê ya Rihayê. RIHA