Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) salvegera damezirîna xwe ya 20’an bi daxuyanyiyeke niviskî pîoz kir. KNK’ê di daxuyaniyê de got, ‘’ KNK ji ber hewcehiyeke mezin ya tifaqa navxweyî derkete meydanê.
KNK’ê got,‘’Di dawiya sedsala 20’an da bizava azadî û rizgariyê ya miletê Kurd di durêyankeke wisa da bû ku hewcehî bi yêkîtiyeke mezin ya neteweyî û herweha niştimanî didît. Piraniyeke giran ya dînamîkên polîtîk yên bizava neteweyî ya miletê Kurd, digel berpirsiyarên dî yên pêkhateyên Kurdistanê, bi rênîşaniya tecrubeyên berê, ji bo yêkîtiyeke nû gav avêtin û di 24’ê Gulana 1999’an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK ava kirin.
KNK ji ber hewcehiyeke mezin ya tifaqa navxweyî derkete meydanê û vucût dît. Di wê salê da hem hêviya azadîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê geş bû hem jî êrişkariyeke bêtixûb ya neyarên doza Kurdistanê hebû. Di serî da hejmareke bilind ya temsîlkarên miletê Kurd û herwisa berpirsiyarên pêkhateyên dî yên Kurdistanê destên xwe dane hev û avabûna KNK’ê di kombûna li Hollandê da îlan kirin. Bi avêtina vê gava mezin ya di warê tifaqa navxweyî da hem şuûr û manewiyata miletê Kurd û xelkên Kurdistanê hate bilind kirin hem jî beramberî neyarên Kurdistanê hêz û îradeyeke hevgirtî ya navxweyî hate nîşandan. ‘’
KNK’ê di daxuyaniyê de got, di van 20 salan de ,da ku ew tifaqa herî fireh ku biçûk mezin hemû dînamîkên navxweyî tê da cih bigirin, kar û xebateke berbiçav kir û domand, ’’Ji bo ku şuûra neteweyî û niştimanî xurt bibe, di nav xelkên Kurdistanê da serwextiyeke mezin pêkanî. Di warên polîtîk, sivîl, ziman û bi giştî kulturê da, kêm jî bin, xebatên giring hatin kirin. Helbet di nav vê bizava dînamîk da xeletî, kêm û kasî û qusûr jî hatin kirin. Lê di xeta esasî ya bi dest ve anîna tifaqa neteweyî û niştimanî da xebat nehate sist kirin û hewildan bi xurtî hatin domandin.’’
Îsal KNK’ê bîst salên xwe tijî kirin û berê xwe daye pêşiya xwe ku bigihe wê xwezî û daxwaza herî mezin ya ku xelkên Kurdistanê hêvî dikin.’’