Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di hilbijartinên PE’yê de encamek suprîz

Ji bo endamên nû yên Parlamentoya Ewropayê, hollandayî roja pêncşemê çûn ser sindoqan. Berevajî bendewariyan Partiya Karker di hilbijartinê de bi ser ket

Ji bo hilbijartina endamên nû yên Parlamentoya Ewropayê (PE), dengdêrên Hollandayê û Brîtanyayê di 23’yê gulanê de çûn ser sindoqan û denge xwe bi kar anînin.

Texmînên destpêkê yên derbarê hilbijartinên li Hollandayê, qenala televîzyonê NOS’ê kir. Anketên beriya niha hatin kirin, partiyên rastgiriya tund û lîberal weke favorî nîşan didan. Lê belê encameke surprîz ji hilbijartinê derket. Partiya Karker a Sosyal Demokrat (PVDA), li gorî encamên nemisoger bû partiya yekemîn. Li Parlamenta Ewropayê ji bo Hollandayê 26 kursî hatine dayîn. Partiya Karker heta niha xwedî 2 kursiyan bû lê bi vê hilbijartinê re bû xwedî 5 kursiyan. Rêjeya dengê xwe jî ji sedî  9.4’an gihand sedî ji 18.1’an.

Tê gotin ku Alîkarê Serokê Komîsyona Ewropayê yê Hollandayê Frans Timmermans di vê encamê de bandora xwe zêde ye. Timmermans ku di lîsteya sosyalîstan de di rêza yekemîn de ye, roja pêncşemê daxuyaniyek da û wiha got: “Hêvî dikim ku sosyal demokrat li her deverê nîşan bidin ku Ewropayeke din pêkan e.”

Serkeftiyê din ê hilbijartinê Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) ye ku Serokwezîr Mark Rutte pêşengiyê jê re dike. VVD hejmara kursiyên xwe ji 3’yan gihand 4’an. Bi vî rengî derket pêşiya partiya Forûma Demokrasiyê (FvD) a Thierry Baudet ku dijberê Yekitiya Ewropa û koçberan e. FvD di 3 kursiyan de ma û ji sedî 12’yan dengan wergirt.

Partiya ku di hilbijartinê de têk çû Partiya Azadiyê ya Geert Wilders e ku rastgiriya tund e. Wilders dengên xwe ji Baudet re berda û ji 4 kursiyan daket kursiyekê. Rêjeya dengê wê jî ji sedî 13.3’yan daket ji sedî 4.1’an. AMSTERDAM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar