Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Îşkenceya li Rihayê kêlî bi kêlî vegotin

Welatiyên li Xelfetî û Hewagê hatin binçavkirin qala îşkenceyê kirin. Welatiyan da zanîn ku ji dema hatine binçavkirin heta ku hatine berdan hatine îşkencekirin. Welatiyên ku xizmên wan hêj di bin çavan de ne, ji ber rewşa xizmên xwe bi fikar in

Di 18’ê gulanê de li gundê Dêrto yê Xelfetî ya Rihayê dema ku hêzên artêşa tirk derketin operasyonê, şer derket. Di şer de alîkarê komîserê hêzên tevgera taybet hatibû kuştin û 2 polîs jî birîndar bibûn. Piştî bûyerê jî polîs û tîmên taybet bi ser gundên Dêrto û yê Qoser ê Hewagê de girtibûn. Di serdegirtinan de di nav de zarok û jin jî, 47 kes binçav kirin. Yek ji van kesan jî Mehmet Emîn Yildirim e. Yildirim ku piştre hate berdan, serpêhatiya xwe ya dema binçavkirinê û di bin çavan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.

Mehmet Emîn Yildirim anî ziman ku ji Qereqola Cendirmeyan a Yalakê heta ku Şaxa TEM’ê ya Rihayê rastî îşkenceyê hatine. Yildirim û kesên din li hewşa qereqolê li erdê hatin dirêjkirin û rastî îşkenceyê hatin. Yildirim kêliyên îşkenceyê wiha vegot: “Di danê paşîvê de dema em li ser xwarinê bi ser malê de girtin. Ez, birayê min û zarokên min li cem hev bûn. Bêyî ku tiştekî bipirsin ez û birayê min Muslum Yildirim, Sînan Yildirim, Celal Yildirim û Ahmet Yildirim û kurê min Ugur Yildirim, biraziyê min Kenan Yildirim û Mustafa Yildirim, Abdullah Yildirim binçav kirin. Em tev li ser zik li erdê dirêj kirin. Ji ber îşkenceyê min êdî nedikarî bimeşim. Em bi lêdana qundarên çekan û pêhnan binçav kirin û anîn Qereqola Cendirmeyan a Yalakê. Li bir destên me ji piştve kelemçe kirin.”

Nedizanîn bê ka çima hatine binçavkirin

Di berdewamê de jî Yildirim got ku li Qereqola Cendirmeyan a Yalakê fêr bûn ku ji malbatên Gul û Zincirkiran jî gelek kes hatine binçav kirin û wiha pê de çû: “Em li ser zik li erdê dirêj kirin. Bi pêhn û qundarê çekan li me dixistin. Nedihiştin em li dora xwe binêrin. Li qereqolê îşkenceyeke giran li me kirin. Piştre em derbasî Şaxa TEM’ê ya Rihayê kirin. Di rê de heqaretên giran li me kirin. Li şaxa TEM’ê ciwan hebûn. Ew yek bi yek birin. Çi bi wan kirin, nizanim. Li ser pirsa me jî gotin ku li gundê Xelfetiyê şer derketiye. Ew ciwan ji me pirsîn. Me nedizanî bê ka çima hatine binçavkirin. 3 roj piştre jî parêzer hatin û mijar ji me re vegotin. Li TEM’ê em ji hev cuda kirin. Li her odeyê 5-6 kes hebûn. Çavên me digirtin û wisa dibirin lêpirsînê. Ez birim odeyeke tarî û li ser çongan dan rûniştandin. Kesên pirs dikirin min nedîtin. Niha jî 4 bira û kurê min di bin çavan de ne. Birîna kurê min ji ya me xerabtir bû. Bi lêdanê xwîn ji binê pêyê wî anîbûn. Li Nexweşxaneya Hewagê dirûn. Lê dema li ser pêyan meşiya, cihên hatin dirûn careke din vebûn.”

Bijîşk îşkence jinedîtî ve hat

Di dawiyê de jî Yildirim wiha got: “Dema em birin kontrolê, bijîşk îşkenceyên ku li me hatine kirin jinedîtî ve hat. Destên me piştve kelemçe kirin, li otobûsan siwar kirin û stûyê me dan ber me. Em birin Nexweşxaneya Dewletê ya 500 doşek a Rihayê. Bijîşk anîn xistin otubûsê û ji me re gotin serê xwe rakin. Wê demê bijîşk pirsa ‘tiştekê we heye?’ kir û çû. Em dîsa birin. Ji gundê me 19 kes hebûn. Li nexweşxaneyê rapor nedan me. Ez nexweşê dil im û 3 caran anjiyo bûme. 3 stend di dilê min de hene. Min du caran krîza dil derbas kiriye.

Ji bo xizmên xwe bi fikar e

Ahmet Yildirim ê li navenda Rihayê hatiye binçavkirin jî ev tişt anî ziman: “Di nîva şevê de bi ser malê de girtin û ez û 2 xizmên min binçav kirin. Ez 3 saetan di bin çavan de mam. Mehmet û Omer birin Şaxa TEM’ê. Îşkenceyeke giran li yên din kirin. Bavê min Muslum Yildirim û birayên min Kenan, Mustafa û Abdullah Yildirim di bin çavan de ne. Birayê min Abdullah ji milê wî derb kirine. Bavê min kal e û 65 salî ye. Derman dixwe. Li wî xistibûn û derb kiribûn. Îşkence li wan kiribûn. Em pir bi fikar û mexdûr in.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar