PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Li girtîgeha Kalkandereyê provokasyona gardiyanan

Girtiyê di greva birçîbûnê de Veysî Esen ku di Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereyê de tê girtin bi rêya malbata xwe ragihand ku gardiyanan bi şev ser qawîşên wan de girtiye û dest danîne ser radyoyên wan. Esen got ku gelek hevalên wan xwîn vedireşin lê heta dawiyê dê çalakiya xwe bidomînin

Di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Çalakî di roja 198’an de didome. Li hêla din li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê jî di 16’ê kanûna sala 2018’an de greva birçîbûnê dest pê kir. Di rojên cuda de bi sedan û ji 1’ê adarê ve jî bi hezaran girtî tev li berxwedana greva birçîbûnê bûn. Her wiha 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî di rojiya mirinê de ne.

Bi destpêkirina grevên birçîbûnê re jî zext û pêkûtiyên li ser girtiyan zêde bûn. Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Veysî Esen e. Esen li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê tê girtin û ji 1’ê adarê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Esen vê hefteyê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî rewşa li girtîgehê agahî dan.

Girtî xwînê divereşin

Esen da zanîn ku gardiyanan di saetên şevê de bi ser qawîşên wan de girtine û dest danîne ser radyoyên ku beriya niha rêveberiya girtîgehê dabûne wan. Esen got ku rewşa tenduristiya hevalên wan gelek xerab bûye û wiha bi dawî kir: “Gelek hevalên me xwîn divereşin. Li gel vê yekê jî çi dibe bila bibe, heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî dibe, em ê çalakiya xwe bidomînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar