Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em ê Efrînê ji dagirkeran re nehêlin’

Rûspiyên Efrînê çêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir û gotin ku dewleta tirk bi vê yekê re dixwaze Efrînê tevli axa xwe bike. Efrîniyan diyar kir ku dê dagirkeriya dewleta tirk ji bîr nekin û dê axa xwe ji dagirkeran rizgar bikin

Dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li Efrînê berdewam e. Hêzên dagirker li Efrînê tevî wêraniya ku dikin, bi polîtîkaya guherandina demografyaya herêmê re dixwazin temamiya Efrînê ji şêniyên wê yên resen vala bikin. Dewleta tirk ev demeke li Efrînê dîwar çê dike û dixwaze bi bê yekê re jî Efrînê tev li axa xwe bike. Têkildarî mijarê rûspiyên efrînî bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn. Rûspiyan bang li qada navneteweyî kir ku li dijî van pêkanînên dewleta tirk bi berpirsyarî tevbigerin.

Ji rûspiyan Mihemed Îbrahîm ku ji gundê Meydankê ye anî ziman ku armanca dewleta tirk ew e ku di navbera gelên Sûriyeyê de fitneyê derxe. Îbrahîm diya kir ku gelê Efrînê li dijî dagirkeriya artêşa tirk û çeteyên wê heta dawiyê li ber xwe da. Îbrahîm got ku dê vê dagirkeriyê ji bîr nekin û Efrînê ji destê dagirkeran derxînin.

Kiryarên herî qirêjî kirin

Îbrahîm bi lêv kir ku piştî dagirkirina Efrînê, çeteyên dewleta tirk ji kuştin, revandin, talankirin û guherandina demografyaya herêmê heta gelek tiştên din, kiryarên herî qirêjî kirin. Îbrahîm bertek nîşanî bêdengiya rejîma Sûriyeyê jî da û got; ‘kanê dewleta Sûriyeyê?’

Li Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin

Mihemed Edhem jî yek ji rûspiyên gundê Basûta yê Şêrawayê ye. Edhem da zanîn ku dewleta tirk di serî de Efrîn, temamiya Sûriyeyê rûxandin û wiha derbirî: “Li Efrînê hemû ol û netewe bi hev re dijiyan. Lê dewleta tirk bi hezaran efrînî koçber kirin û li dijî gel û xwezaya Efrînê sûcên li dijî mirovahiyê kirin.”

Ji rûspiyên Racoyê Reşîd Silêman jî di serî de çêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir. Silêman çêkirina dîwar weke hewldana parçekirina axa Sûriyeyê û dûrxistina gelê Efrînê ji axa xwe, nirxand. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar