Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li dijî îşkenceya li Xelfetiyê kampanya

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê derbarê îşkenceya li Xelfetiyê kampanyaya lêpirsînê destpêkirin

Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê, ji bo kesên piştî şer û pevçûna ku di 18’ê gulanê de li taxa Dêrto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn îşkencekirin, bi daxwaza ‘Gihandina piştgiriya tibî ya serbixwe’ kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Ji 47 kesên ku hatibûn binçavkirin, 3 jê zarok bi giştî 19 kes piştî ku derketin dadgehê, hatin berdan. Lê duh li taxa Qosar a navçeya Hewagê ya Rihayê 4 kesên din hatin binçavkirin. Li gorî beyanên kesên hatine berdan û îfadeyên wan, îşkence hatiye kirin.

Rêxistina Efûyê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê ev tişt vegot: “Angaştên pê bawer hene ku îşkence hatiye kirin. Ji 24’ê gulanê ve 3 jê zarok 22 kes hatine berdan. Lê hê jî 25 kes li Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Rihayê de girtî ne. Gefa îşkenceyê li ser van kesan heye.”

Çavdêriyên rêxistinê

Rêxistina Efûyê hevdîtînên têkildarî meseleyê û çavdêriyên xwe wiha parve kirin: “Li gorî agahiyên ku ji parêzerên hin kesên ku hatine binçavkirin, li ser bedena wan şopên birînan hene. Dîmenên hîn kesan ên ku li Qereqola Jendirmeyan a Yaylakê ya Hewagê li erdê ser devûrû hatibûn dirêjkirin û destê wan ji paşve hatibû kelepçekirin, di çapemeniyê de cih girtibû. Hin kesan ji parêzerên xwe re gotine ku karmendan bi pê serê wan kirine, gelek caran wan dane ber kulm û pihînan. Hat ragihandin ku hemû kesên li Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Rihayê hatibûn binçavkirin, yek bi yek derbasî odeyeke tarî hatine kirin û di pêvajoya lêpirsînê de li wan hatiye dayîn. Li gorî parêzeran çavên hîn kesan hatiye girêdan, elektrîk dane wan û kulm avêtine organê zayendî yên 4 kesan. Her wiha parêzeran got ku muwekîlê wan di şert û mercên veşarî û ewle de derdê xwe tu bijîjkan re negotine û polîs jî bi wan re çûne cem bijîjkan. Hîn kesan jî ji parêzerên xwe re gotine ku nehatine mûayene kirin.”

Rêxistina Efûyê hişyariya ‘Îşkence û zalimiya bi rêbazên mîna cezakirin û têkilîdanîna derveyî mirovahiyê û rûmet şikadinê, di hiqûqa navneteweyî û hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de bê îstîsna qedexe ye’ kir û bi koda ‘lezgîn’ kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Lînka kampanyaya îmzeyan ya ku Rêxistina Efûyê daye destpêkirin wiha ye: https://acileylem.org.tr/eylem/onlarca-kisi-goezaltinda-iskence-tehdidi-altinda RIHA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar