Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çalakgerên li Mêrdînê: Encama berxwedanê bi heybet bû

Çalakgerên ku li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre hatin berdan, li malên xwe yên Dêrik û Qoserê çalakiya xwe domandin. Girtiyan piştî peyama Ocalan daxuyaniyek dan. Çalakgeran got ku serkeftina wan bi heybet bû û dawî li çalakiya xwe tînin

Çalakgerên bi navên Gurbet Ektîren, Mahsûm Şen, Mûrat Aksîn, Ahmet Ongun û Halef Yîgît ên li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin, piştî ku hatin berdan li malên xwe yên li navçeyên Dêrik û Qoserê yên Mêrdînê çalakiya xwe domandin. Çalakgeran têkildarî daxuyaniya Ocalan, peyamek parve kirin.

Çalakgeran daxuyaniya parêzerên Ocalan zindî temaşe kirin. Dema ku daxuyanî bi dawî bûy jî çalakgeran li ser pêyan çêpik lê dan. Çalakger piştre jî li benda daxuyaniya girtîgehan man û bi ragihandina helwesta girtiyan re jî daxuyaniyek dan. Çalakgeran ragihand ku çalakiya wan gihîştiye armanca xwe û ew jî dawî li çalakiya xwe tînin.

Piştre jî ambûlans hatin ber malên çalakgeran û ji bo ku wan bibin Nexweşxaneya Memorîal a Amedê amedekarî hatin kirin. Der barê mijarê de Ahmet Ongun anî ziman ku piştî 8 salan hevdîtina parêzaran a bi Ocalan re coş û moraleke mezin daye wan û ev tişt anî ziman: “Hevdîtin ji bo min hêzek û xwedî wate ye. Divê mirov baş bibîne ku Ocalan bi peyamên xwe nirxek mezin dide mirovan. Hemû raya giştî jî dît ku felsefeya Ocalan li ser jiyana mirovane. Ji ber ku em xwendekarên vê felsefê ne, em pir keyfxweş û bi rûmetin.”

Herî dawî jî Ongun wiha got: “Çalakiya me nîşan da ku Ocalan ji bo me xeta sore. Vê berxwedanê, baweriyeke mezin derxist holê. Mirovan canê xwe danîn holê û têkoşîneke mezin bi rêve birin. Ez dikarim bêjim ku çalakiya me, di encamê de bi heybet bû.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar