Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Dê têkoşîna xwe bidomînin

Endama Kordînasyona Meclisa Îştar Fadîle Tok 129 roj in di greva birçîbûnê de bû û li ser daxuyaniyê Rêberê Gelê Kurd Abudullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Heta dawiyê em ê li ser şopa Rêberê xwe bin.”

Ji bo bi dawîkirina tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi pêşengtiya Leyle Guven ve çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdeorveger ev 200 roj bû hatibû despêkirin. Li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) endama Kordînasyona Meclisa Îştar Fadîla Tok ku ev 129 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Li ser daxuyaniyê  û banga Rêberê Gelê Kurd Abudullah Ocalan a bi dawîkirina çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û her wiha rojiya mirinê daxuyaniyek da.

Fadîle Tok berî ku çalakiya xwe bi dawî bike wiha got: “Li dijî tecrîdê 200 roj in berxwedanek heye. Herî dawiyê di 22’yê gulanê de parêzeran bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn. Mîmarê aştî û biratiya gelê Rojhilata Navîn Rêber Apo, nêrînên di derbarê greva birçîbûnê de vegot.  Ew daxuyaniya ku Rêber Apo ji bo çalakgeran dayî gelek girîng e. Daxwazên Rêber Apo, daxwazên hemû gelan e. Em mînetarên Mazlûman, Zulkufan ne û em mînetarê afrînerên azadiyê ne ku ev 20 sal in ji bo aştiyê ked didin. Em mînetarê berxwedêrên vê demê ne. Ji ber ku Rêber Apo gotiye pêwiste hûn hevaltiya min bikin, em soz didin ku em çalakvan,  ji îro pêve dê heta dawiyê bi fikir û ramanê Rêberê xere bin. Em ê layîqê soza ku me dayî bibin. Em ê heta dawiyê li pêy şopa fikrên Rêberê xwe bin.”

Fadîle Tok ku çalakiya xwe bi dawî kir destnîşan kir ku dê ji niha û pê ve dê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bike. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar