PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven piştî ku dawî li çalakiya xwe anî, rakirina nexweşxaneyê. Guven beriya ku biçe nexweşxaneyê daxuyaniyeke kin da û diyar kir ku berxwedanê qezenc kir

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di roja 200’emîn de jî piştî peyama Ocalan, Guven daxuyanî da û çalakiya xwe bi dawî kir.

Leyla Guven piştî ku dawî li çalakiya xwe anî, ji mala xwe ya li taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê rakirin nexweşxaneyeke taybet. Guven beriya ku li ambulansê bê siwarkirin, daxuyaniyeke kin da.

Daxuyanî da

Guven di daxuyaniyê de wiha got: “Ez spasiya her kesên ku ji roja destpêkê heta îro piştgirî dan çalakiya me, dikim. Ev berxwedaneke kolektîf bû. Bi vê berxwedanê gelên Tirkiyeyê qezenc kirin. Derketina derve ya dengê birêz Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navin pir girînge. Xwezî berî ku winda çêbûban, me bi ser bixista. Dilê me xemgîne. Lê bi rastî berxwedanê qezenc kir û zindanan qezenc kirin.”

Parlamenterên HDP’ê jî rakirin nexweşxaneyê

Guvenê piştî daxuyaniyê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyek taybet û dest bi tedawiya wê hate kirin.  Li aliyê din parlementerên HDP’ê Dersim Dag ku ji 3’yê adarê ve û Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ku ji 8’yê adarê ve li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê de bûn jî, rakirin nexweşxaneyê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar