Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

“Em jî silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin”

Dayikên girtiyan ên li peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar kirin, diyar kirin ku peyama Ocalan pir girîng bû û wiha gotin: “Rêberê me peyam ji mere şandiye. Em jî hezar silavên xwe ji wî re dişînin.” Peyama Ocalan ji aliyê dayikên li Enqereyê ve jî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” hat pêşwazîkirin

Dayikên ku 25 rojin li Parka  Koşuyolu bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe yên li dijî tecridê di greva birçûbûnê de ne, kom dibin, ji bo li payama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi rêya parêzaran li Stenbolê dan guhdar bikin li avahiya TUAY-DER’ê ya Amedê kom bûn. Dayikên ku li peyama Ocalan guhdar kirin, bê navber dirûşme berz kirin û lîrandin. Dayikên girtiyan peyam nirxandin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Dayika Ferhat Yildiz ê ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê di greva birçîbûnê de ye, Hatûn Yildiz kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Me agahiyek pir xweş girt. Bi rojan e me li qadan li ber xwe da. Peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo me dayikan got pir girîng û watedar e. Em pir kêfxweş kirin. Me peyama ji bo dayikan girt. Ji bo me pir bi qîmet e. Sekna Rêberê me ya bi biryar, berxewdana bi biryar a li zindanan, bi hemuyan gav paşve da avêtin. Me gotibû encam wê muhteşem be. Em wekî dayik li pey zaroên xwe û rêberê xwe ne.”

‘Em hezar slavî dişînin’

Dayika Yahya Guneş ê li Girtîgeha Giresûnê ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye, Perizade Guneş jî diyar kir ku bi xêra berxwedana zarokên xwe û dayikan bi ser ketin û wiha got: “Rêberê me peyam ji mere şand. Em jî hesar slavên xwe ji wîre dişînin. Em dizanin rêberê me ji bo bijî û bide jiyandin heye. Bi vê peyamê nîşan da ku jiyanê diparêze.”

‘Teqez em ê bi ser bikevin’

Dayika Mesût Pehlîvan ê li Girtîgeha Tîpa T-2 a Kayseriyê ye, Garîp Pehlîvan jî anî ziman ku peyam ji bo wan pir girîng e û wiha got: “Ji zarokên me û Rêberê me re hezar silav. Me ji bo wan li ber xwe da. Me ne Rêberê xwe û ne jî zarokên xwe bi tenê hişt. Em wan tenê nahêlin jî. Em bi zarokên xwe serbilimd in. Wan li hundir û me jî li derve li ber xwe. Berxwedana me mezin bû. Me got encam wê muhteşem be. Encam muhteşem e. Têkoşîna me wê aştiyê bîne. Em ji ve yekê bawer dikin. Em bi biryar in. Teqez em ê bi ser bikevin.”

‘Em pir kêfxewş in’

Dayika Abdullah Kûrt ê li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê di grevê de bû Nazîfe Kûrt jî anî ziman ku ew pir kêfxeşin ku berxwedan gihiştiye serkeftinê.

Dayikên li Enqerê: Bijî berxwedana zindanan

Dayikên ji bo ku balê bikişînin ser çalakiya grevên birçîbûnê yên zarokên li Meclisê çalakiya rûniştinê dest pê kirin û pişte çalakiya xwe li Navenda Giştî ya HDP’ê dewam kir, di saetên serê sibê de, bi kelecaniyek mezin li benda saeta ku peyama Ocalan bê dayîn rawestiyan. Hemû dayikan bi hevre li salona ketina Navenda Giştî ya HDP’ê de daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê temaşe kirin. Parlementerên HDP’ê jî bi dayikan re daxuyanî temaşe kirin.

Dayikên ku daxuyaniya parêzerên Ocalan temeşa kirin, kêliyên hestiyar jiyan û peyama Ocalan bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” û lêxistina çepikan pêşwazî kirin. Piştî peyama Ocalan keyfxweşî û coşek mezin dinava dayikan de hat jiyin. Dayik pişte  li benda daxuyaniya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven rawestiyan.  Dayikan piştî daxuyanî û peyamên girtîgeh û Leyla Guven bi coşek mezin tilîlî berz kirin, stranên kurdî gotin û keyfxweşiya xwe anîn ziman. AMED/ENQER

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar