Seroka Giştî ya TÎHV’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci da zanîn ku ji bo dermankirina çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de wan maseya krîzê ava kiriye. Fîncanci bang li hemû peywirdaran kir ku di mijara dermankirinê de hesas tevbigerin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe bang li çalakgerên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û di çalakiya rojiya mirinê de kir ku dawî li çalakiya xwe bînin. Li ser bangewaziya Ocalan jî di serî de hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi hezaran girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de û çalakgerên din ên li welat û derveyî welat dawî li çalakiya xwe anîn.
Têkildarî tenduristî û pêvajoya dermankirinê ya çalakgeran, Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci axivî û anî ziman ku wan maseya krîzê ava kiriye. Fîncanci diyar kir ku TÎHV, Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB) û SES’ê bi awayekî hevpar maseya krîzê ava kirine û wiha domand: “Me li gel hevalên xwe yên odeyan, ji bo serhekîm û bijîşkên girtîgehan pêwîste çi bikin, agahî dan. Ji bo kesên demek dirêj in di grevê de ne û bedena wan zirar dîtiye, divê pêvajoya wan a dermankirinê û xwedîkirina wan çawa bê kirin, me agahî dan. Hevalên me yên hekîm, bi taybet hevalên me yên li serwîsa lezgîn a 122’an, kengî pêdiviya wan bi şewirmendiyê hebe dikarin serî li maseya krîzê bidin.”
Divê çalakger çawa bên dermankirin?
Fincanci wiha bi dawî kir: “Dema mudaxaleyî kesên di grevê de tê kirin divê serûma dekstroz a bişekir bikar bînin. Di serî de divê 500 mîlîgram û 1 gram Vîtamîna B1 tev li van serûman bikin. Divê serûmên îzotonîk yanî bêhtir bi xwê li wan bixin. Divê piştre dest bi mamayê rohn bikin. Dîsa ji bo her kesên di grevê de rêbaza cuda yên tedawiyê tên kirin. Li gorî kesên ku kîlo winda kirine dê rêbazên cuda yên dermankirinê bikin. Divê hemû dermankirin li gorî nexşeya TTB’ê bên kirin. Divê hemû hempîşeyên me di vê mijarê de hesas tevbigerin.Em hevî dikin ku bêyî seqetî çê bibin ev pêvajo bi dawî bibe. Me têkildarî tedawiyê li gel hekîm, dozger û midûrên girtîgehan civîn kirin. Li hin girtigehan pirsgirêk hene. Bi taybetî me hewl da em xwe bigihînin wan girtîgehan. Me ji wezîrê darê re nivîs şandin. Wekî Yekitiya Tabîbên Tirk di vê mijarê de gelek kes peywirdar kirin ku pêvajoya girtîgehan bişopînin. Hevalên me yên odeyan dê piştevaniya pêwist bide. Di demên borî de pirsgirêk derketibûn. Em hevî dikin em vê carê heman pirsgirêkan nejîn.” STENBOL