Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li welat û derveyî welat bi dawî bûn

Çalakgerên li welat û derveyî welat bi daxuyaniyên cuda ragihandin ku li ser daxuyaniya Ocalan dawî li çalakiya xwe tînin. Çalakgeran got ku wan bi berxwedanê serkeftineke dîrokî bi dest xistine û daxuyandin ku dê têkoşîna xwe li kolanan bidomînin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, bi rêya parêzerên xwe bi raya giştî re peyamek parve kir. Ocalan di peyama xwe de destnîşan kir ku çalakî gihîştine armanca xwe û xwest ku bi dawî bibin. Li ser banga Ocalan jî hevseroka KCD’ê Leyla Guven, girtiyên di zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, çalakgerên li welat û derveyî welat bi daxuyaniyên cuda ragihandin ku dawî li çalakiya xwe anîne.

RIHA

Di vê çarçoveyê de Dayika Aştiyê Hadle Ogur a ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Rihayê dest bi çalakiyê kir û piştre hate berdan û çalakiya xwe li mala xwe di domand, dawî li çalakiya xwe anî. Çalakger Ogur dê di demên piştre bi ambûlansê rakin Nexweşxaneya Memorîal a li Amedê. Li aliyê din hevserokê HDP’ê yê Ceylanpinar a Rihayê yê berê Hiznî Kiliç ku ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê di çalakiye de bû, çalakiya xwe bi dawî kir. Diyar bû ku ji bo tedawiyê Kiliç, bi ambûlansê tînin Amedê.

VIYANA

Çalakger Sûltan Yîgît ê ku li paytexta Awusturya Viyanayê 166 roj an di greva birçîbûnê de bû, li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anî. Yîgît têkildarî mijarê axivî û got ku heta ku Ocalan azad dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.

CENEVRE

Mehmet Alî Koçak ê ji 20’ê sibatê ve li dijî tecrîdê li Cenevreyê di greva birçîbûnê de, ragihand ku çalakiya xwe li ser banga Ocalan diqedîne. Koçak piştî daxuyaniya parêzerên Ocalan û Leyla Guven, li Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd a Cenevreyê daxuyanî da û got ku berxwedan bi ser ketiye lewre jî çalakiya xwe bi dawî dike. Koçak rakirin nexweşxaneyê.

BERLÎN

Çalakgerên bi navên Omer Bagdur, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tuzak ên li paytexta Almanya Berlînê çalakiya xwe di domandin, piştî daxuyaniya parêzeran li lokala NAV-DEM’ê ya li Berlînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anîn. Berxwedêran diyar kirin ku çalakiya xwe bi dawî dikin lê dê têkoşîna xwe bidomînin.

TORONTO

Berxwedêrê greva birçîbûnê Yûsûf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê berxwedana xwe didomand jî piştî daxuyaniya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ragihand ku çalakiya xwe diqedîne û dê têkoşîna xwe bidomîne.

AMSTERDAM

Hasbî Çakici yê ku li paytexta Hollandayê Amsterdamê ev 127 roj in di greva birçîbûnê de bû, çalakiya xwe bi dawî kir. Çakici diyar kir ku piştî daxuyaniya Ocalan û biryara Leyla Guven, ew jî dawî li çalakiya xwe tîne. Çakici destnîşan kir ku çalakiya wan bi serkeftinê bi tacîdar bû. Çakici serkeftin diyarî dayikan kir.

DEN HAAG

Huseyîn Yildiz ê ku 128 roj in li Den Haagê di grevê de ye jî bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anî. Yildiz daxuyand ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û Leyla Guven dema ku dest bi greva birçîbûnê kirî, ev pêngav weke pêngava şikandina tecrîdê, rizgarkirina Kurdistan û demokratîkirina Rojhilata Navîn pênase kir. Yildiz got ku bi fermana Ocalan qonaxa yekem îro bi dawî bû.

KOLN

Çalakger Ozkan Ozdemîr ê ku li bajarê Koln a Almanyayê dest bi çalakiyê kir û piştre çalakiya xwe li Parîsê berdewam kir jî dawî li çalakiya xwe anî. Têkildarî mijarê Ozdemîr wiha got: “Ez gelekî kêfxweş bûme ku bûm parçeyeke ji vê berxwedana bi rûmet. Serkeftin, serkeftina hemû gelên me ye. Serkeftina çalakgerên fedayî ne. Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê dê li kolan û qadan bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar