Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Girtiyên çalakger sewqî nexweşxaneyan tên kirin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de îro sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Hat zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê jî bi hinceta ku ‘roja betlaneyê ye’ îro sewqî nexwşxaneyê nehatin kirin

Girtiyên di zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê de, li ser peyama Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî ku çalakî bi dawî kirin jî ji bo dermankirinê çalakger sewqî nexweşxaneyan tên kirin.

Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiyên bi navên Ahmet Topkaya, Ferhat Tûrgay, Abdulhalik Kaplan, Enver Donmez û Ergîn Akhan ên di rojiya mirinê de û 5 girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de, dibin kontrola leşkeran de ji girtîgehê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê hatin kirin. Malbatan girtiyan dema zarokên xwe dîtin dirûşm berz kirin û coşa xwe anîn ziman.

Li gorî agahiyên rêxistinên tenduristiyê, girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de, di dest pê kê de dê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl bên dermankirin.  Ger tedawiya li vê derê kêm bimîne, dê girtiyên rewşa wan giran, sewqî nexweşxaneyên cuda bên kirin.

Li Bûrsayê biryara sosret

Hat zanîn ku 15 girtiyên li Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê di greva birçîbûnê de bûn û îro dawî li çalakiya xwe anîn, dê sibê rakin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku rayedarên girtîgehê bi hinceta ‘roja betlaneyê’  nehişt ku girtî îro sewqî nexweşxaneyê bên kirin. AMED-BÛRSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar