Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li gelek girtîgehan girtî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin

Girtiyên li girtîgehên Wan, Mêrdîn, Patnos, Sêrt, Mêrsîn, Kandira, Maltepe, Umraniye, Bolû û Gebzeyê ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyan tên kirin

Girtiyên li girtîgehên Wan, Mêrdîn, Patnos, Sêrt, Mêrsîn, Kandira, Maltepe, Umraniye, Bolû û Gebzeyê ku di grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn, piştî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin, sewqî nexweşxaneyan tên kirin.

Girtîgehên jimar 1 û 2 yên Maltepeyê

Li Girtîgeha Jimar 1 a Maltepe ya Stenbolê parêzeran xwest bi hikûmxwaran re hevdîtinê bikin. Lê rayedarên girtîgehê bi hinceta ‘hikûmxarin’ destûr nedan ku parêzer hevdîtinê bikin. Parêzeran li Girtîgeha Jimar 2 ya Maltepeyê jî bi girtiyan re hevdîtin kir. Parêzeran got ku girtî dê sibe daxwaznameyê bidin rayedarên girtîgehê. Parêzeran daxuyand ku bi rayedarên her du girtîgehan re jî hevdîtin hatine kirin û rayedaran gotine ku dê sibê girtiyan sewqî nexweşxaneyê bikin û di vê mijarê de dê tu astengî dernekevin.

Girtîgehên Kandira û Gebzeyê

Li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F ya Kandirayê jî koma yekemîn îro hate sewqkirin. Li Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê jî hat diyar kirin ku girtiyan daxwaznameyên xwe dane û dê sewqî nexweşxanê bên kirin.

Girtîgehên Umraniye û Boluyê

Li girtîgeha Umraniyê jî bi hinceta hikûmxarin, destûr nehat dayîn ku parêzer bi girtiyan re hevdîtinê bikin. Li Girtîgeha Boluyê jî rayedarên girtîgehê bi hinceta piştî saet 16.30’an hevdîtin nayê kirin, destûr neda hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re.

Girtîgeha Sîlîvriyê

Ambûlansên hatin Girtîgeha Sîlîvriyê, li baxçeyê girtîgehê hatin rawestandin. Ambûlansa yekemîn ji girtîgehê derket. Hat diyar kirin ku dê girtiyan sewqî nexweşxaneyên di nava kampusa girtîgehê de bikin.

Girtîgeha Mêrdînê

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî 104 girtî di greva birçîbûnê de bûn. Girtiyan piştî peyama Ocalan dawî li çalakiya xwe anî. Bijîşkên girtîgehê dest bi kontrola girtiyan kirin. Piştî kontrolên bijîşkên li girtîgehê, dê girtî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bên kirin.

Girtîgeha Tarsûsê

Hat diyar kirin ku 25 girtiyên li Girtîgeha Jimar T1 a Tarsûsê jî ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Hat destnîşan kirin ku girtî sewqî nexweşxaneyên Tarsûs û Mêrsînê hatine kirin.  Parêzerên ku sewqên girtiyan dişopînin diyar kir ku dê girtiyên din jî sibê sewqî nexweşxaneyan bên kirin.

Girtîgehên Wanê

Li Girtîgehên Tîpa T ya Wanê, Tîpa F ya Wanê û Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê, dest bi sewqên girtiyan hatin kirin. 6 jê di rojiya mirinê de bi giştî 307 girtî yek bi yek têne sewqkirin.

Girtîgeha Sêrtê

Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jî li şûna ku girtiyan sewqî nexweşxanê bikin, 3 bijîşk anîn girtîgehê û ev 3 bijîşk girtiyan muayene dikin. Dê di encama muayeneyên bên kirin de girtî sewqî nexweşxaneyan bên kirin.

Girtîgeha Patnosê

Li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê jî girtiyên bi navên Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysal Atak û Şafîî Kayihan ên di 10’ê gulanê de dest bi rojiya mirinê kirin, bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Nehat zanîn bê ka girtî sewqî kîjan nexweşxaneyê hatine kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar