Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Peyama biçûk, bandora mezin

Parêzerên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê peyama Ocalan a têkildarî rojiya mirinê û grevên birçîbûnê ji raya giştî re ragihandin. Birêz Ocalan di peyama xwe ya kin de destnîşan dike ku çalakî gihiştiye armanca xwe û banga domandina têkoşînê li her kesî dike. Li ser peyama Ocalan berxwedêran dawî li çalakiya xwe anîn. Gelo peyama Ocalan û encamên vê pêvajoyê tên çi wateyê?

Peyamên divê têkildarî kesayeta Ocalan ji vê pêvajoyê bên famkirin;

Yek, peyamek biçûk a Ocalan jî bandorek mezin li ser pêvajoyê û civakê dike.

Dudû, feraseta û kabiliyeta Ocalan a îdeolojîk, polîtîk, civakî û felsefîk nîşan dide.

Sisê, bandora Ocalan a di serî de bi gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê radixe berçavan.

Çar, girêdana gel û Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi Ocalan re û rêxistinbûna bi destê wî hatiye avakirin dide der.

Pênc, wekî encamek van tevan çanda berxwedanê ya li Kurdistanê bi destê Ocalan hatiye afirandin dubare diçespîne.

Encamên divê têkildarî berxwedanê bên girtin û famkirin e;

Yek, berxwedana fedayiyane encamek erênî daye. Peyama ku gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd tu carî pergala Îmraliyê qebûl nake ye. Bi vê boneyê tecrîda li ser Ocalan hatiye hejandin. Lê ev nayê wateya ku tecrîd bi temamî hatiye şikandin. Wekî dûh, îro û sibê jî asta tecrîdê dê girêdayî hestiyarî, berxwedan û têkoşîna gelê kurd û dostên wan be.

Dudu, bi vê berxwedanê cardin derketiye holê ku li Kurdistanê çi hatibe afirandin di saya serê berxwedanê de tê afirandin. Bêyî berxwdan li Kurdistanê pelek jî nalive. Berxwedan nebe maf, azadî û hetta jiyanek bi rûmet nabe.

Sisê, berxwedana zîndanan ne dawî destpêkek e. Divê ev destpêk bi xwe rêxistinkirinê bê xurtkirin. Misogerkirina şikandina tecrîdê ne sozên dewletê, mezinkirina têkoşîn û berxwedanê ye. Qasî berxwedan hebe ew qas dê tecrîd bişkê û riya azadiya Ocalan dê vebe.

Peyamên Ocalan têkildarî mijarên ayende dayîn û encamên divê bên famkirin;

Yek, Ocalan balê dikişîne ser çareseriya meseleya kurd û meseleyên din ên bingehîn ên Tirkiyeyê. Qeyrana siyasi, leşkerî, civakî û aborî ya Tirkiyeyê destnîşan dike û riyên çareseriyê pêşniyar dike. Gelo ev tê wateya pêvajoyek nû a mûzakerayan? Ocalan bersiva vê yekê jî dide. Ocalan di peyama xwe de diyar dike ku ev ne pêvajoyek mûzakereyan e. Lê di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê banga mûzakereyan jî dike. Di peyama xwe ya berî niha de Ocalan pozîsyona xwe ya 2013’an rave dike û banga kûrkirina vê pêvajoyê jî dike.

Dudu, destpêkirina pêvajoyek nû ya mûzakereyan girêdayî bi dawîkirina polîtîkayên îmha û înkarê yên dewletê ne. Ocalan pozîsyona xwe aşkera kiriye, dewlet dê çi bersiv bide, nediyar e.

Sisê, dema em li rewşa îktidara Erdogan û nîvekarên wî dinêrin, rewşek wiha gelek zehmet xûya dike. Ji ber vê ku pêvajoyek nû destpê bike ancax dê bi bilindkirina berxwedanê û domdarkirina wê mimkûn be.

Çar, Tirkiye di qeyranek siyasî, aborî, civakî û leşkerî de derbas dibe. Di polîtîkaya derveyî de jî heman qeyranê dijî. Ev qeyran teva encama şerê li hemberî gelê kurd hatiye destpêkirin e. Tekane riya çareseriyê ji dawî kirina vî şerî ye.

Pênc, hêza dewleta tirk û dewletê din ên dagirker êdî têra astengkirina têkoşîna neteweyî ya gelê kurd nake. Li çar perçeyên Kurdistanê gelê kurd di astek jor de gihiştiye hişmendiya neteweya demokratîk.

Şeş, divê peyama Ocalan a têkildarî Bakur û Rojhilatê Suriyê jî di vê çarçoveyê de bê xwedin. Di kesayeta Ocalan de têkoşîna azadiya Kurdistanê gihiştiye astek navneteweyî. Çareserî jî di pêşengiya modela Ocalan daniye holê mimkûn e.

Heft, ji vê pêvajoyê gelek zelal nîşan da ku êdî meseleya Kurdistanê girêdayî hev e. Tu hêz êdî nikarin pirsgirêkê wekî perçeyên cuda bigire dest. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava girêdayî hev in. Pêşketinek herî biçûk jî erênî an jî neyînî di asta herî jor de bandorê li ser hev dike. Ev asta pêşketina Tevgera Azadiya Kurdistanê jî nîşan dide.

Bêguman gelek tiştên li ser sekn û peyamên Ocalan bên gotin hene. Lê tişta esasî divê bê famkirin ew e ku Ocalan nûnerê gelê kurd e û tekane mûhatabê çareseriyê ye. Ocalan ji bo vê jî banga berpirsyarî girtin û têkoşînê li hemû derdorên demokratîk dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar