Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Berxwedêr sewqî nexweşxaneyan tên kirin

Piştî ku çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê li ser banga Ocalan bi dawî bû, girtiyên ku di çalakiyê de jî sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Di vê çarçoveyê de li Enqere, Çankiri, Amasya, Kocaelî, Riha û Şirnexê girtî sewqî nexweşxaneyan hatin kirin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê bi rêya parêzerên xwe bi raya giştî re peyamek parve kir. Di peyama xwe de Ocalan destnîşan kir ku çalakî gihîştine armanca xwe û ji çalakgeran xwest ku dawî li çalakiya xwe bînin. Li ser vê yekê, di serî de hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven û bi hezaran girtiyên di zindanan de, çalakgerên ku hem li welat û hem jî derveyî welat bi daxuyaniyên cuda dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî çalakî bi dawî bû jî pêvajoya dermankirinê ya çalakgeran dest pê kir.

Girtîgeha Sîncanê

Di vê çarçoveyê de 4 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê sewqî Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hatin kirin. Têkildarî mijarê Maseya Krîzê ya Navendî ya TTB, SES, TÎHV û ÎHD’ê agahî dan. Maseya krîzê ev agahî parve kirin: “Çalakgerên bi navên Suheyla Taş, Salîha Taşkesen, Zelîha Ûstabaş û girtiyeka ku navê wê nehat zanîn ên ji 26’ê kanûna sala 2018’an ve di greva birçîbûnê de bûn, li Nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hatin muayenekirin. Piştre jî şandin girtîgehê. Dê îro jî ji bo kontrolê sewqî nexweşxaneyê bên kirin.”

Girtîgehên Çankiri û Amasyayê

Di heman demê de 5 girtiyên li Girtîgeha Çankiriyê û 3 girtiyên li Girtîgeha Amasyayê jî sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Hat zanîn ku girtiyên çalakger niha tên dermankirin.

Girtîgeha Kandirayê

Li Girtîgeha Kandirayê jî parlamenterên berê yên HDP’ê Selma Irmak, Sebahat Tuncel û 18 kes rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû girtiyên rakirin nexweşxaneyê ziyaret kirin. Gergerlîoglû got ku rewşa Tuncel û Irmak baş bû lê gelek zeîf bûne.

Girtîgeha Sêweregê

Li Girtîgeha Tîpa T ya Sêweregê jî 6 girtiyên ku ji 5’ê çileyê ve di greva birçîbûnê de bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê. Navên hin kesên sewqî nexweşxaneyê hatin kirin wiha ne: “Sunay Yaman, Sozdar Çîçek, Ayten Tîkît û Serhat Yilmaz.” Parêzerên endamên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa T ya Sêweregê 26 girtî di greva birçîbûnê de bûn û di destpêkê de 6 girtiyên ku rewşa wan krîtîk rakirine nexweşxaneyê. Li bendêye ku îro hemû girtiyan sewqî nexweşxaneyê bikin.

Girtîgeha Şirnexê

Li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê jî 22 girtiyên di dîrokên cuda de dest bi greva birçîbûnê kiribûn, di saetên şevê de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin kirin.  Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û komeke ji Şaxa SES’ê ya Şirnexê pêk tê, di seatên şevê de bi bijîşkan re hevdîtin kir. Îmîr got ku rîska jiyanê ya girtiyan nîne û dê li gorî rêbera ku TTB’ê amade kirî tevbigerin. Girtî piştî kontrolê jî derbasî girtîgehê hatin kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar