Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çeteyan li Efrînê welatiyek bi lêdanê qetil kir

Binpêkirinên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê didomin. Komên çete gelek welatî revandin û çarenûsa wan welatiyan jî nayê zanîn. Çeteyên dewleta tirk di 14’ê gulanê de jî welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm bi lêdanê qetil kir

Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê binpêkirinên xwe yên li Efrînê didomînin. Ji bo guherandina demografyaya herêmê, dewleta tirk bênavber zilm û zordariyê li ser şêniyên Efrînê dike û malbatên çeteyan li bajêr bi cih dike. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku dewleta tirk li nêzî gundê Qurnê yê Bilbilê, li gundê Sûrkê yê Racoyê û li navenda Cindirêsê kampên nû ava dike. Hat zanîn ku dewleta tirk kampên li gundên Mele Xelîl û Mihemediye yê Cindirêsê jî berfireh dike.

Çavkaniyan got ku dewleta tirk heta niha zêdetirî hezar malbatên çeteyan ên li Idlibê li Efrînê bicih kirine. Çavkaniyan got ku ev çeteye jî li malên efrîniyên ku li Şiyê û Bilbilê bi darê zorê hatine koçberkirin, hatine bicihkirin.

Bavê 6 zarokan hate revandin

Yek ji rêbazên dagirkerên li Efrînê yên ji bo koçberkirinê jî revandine. Hêzên dagirker kesekî gelek caran direvînin. Heta niha çarenûsa gelek kesên hatine revandin jî ne diyar e. Yek ji van welatiyan jî Mihemed Îbrahîm e. Îbrahîm ku bavê 6 zarokane, di sala 1969’an de ji dayik bû û ji gundê Xelîlaka yê Bilbilê ye. Komên çete di 14’ê gulanê de hilberîna çiloya rezan a Îbrahîm talan kir û Îbrahîm bi lêdanê qetil kir.

Kesên çarenûsa wan nediyar

Komên çete di 15’ê gulanê de jî şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Birîm (33) jî cara sêyemîn revandin. Çarenûsa Ebdo Mihemed (25) ê ji gundê Miskê Jorîn ê Cindirêsê ku hatibû revandin jî hîn ne diyar e. Çeteyan çend roj berê jî Tahir Şahîn ê ji gundê Basûta yê Şêrawayê revandin. Her wiha ji Hemze Îbrahîm (25) û xwişka wî Asya yên ji gundê Xelîlaka yê Bilbilê, Hesen Hemo, Zêneb, Mihemed Hemo û Sewliye yên ji gundê Kumreş ê Recoyê jî tu agahî nayên girtin.

Hevkarên xwe jî direvînin

Hat zanîn ku çeteyan Cîgerxwîn Semo yê ji gundê Hec Hesna yê Cindirêsê ku di heman demê de endamê meclisa çeteyan e, revandin. Her wiha artêşa tirk li xwediyê traktorekê jî 500 dolar weke bac ferz kirin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar