Li gorî nivîsek ku di malpera Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê de hatiye belavkirin, dê sibe parlemento bicive û di civînê de Serokê Herêma Federal a Kurdistanê were hilbijartin
Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê bi nivîsek banga beşdarbûnê li parlementeran kir û diyar dike ku wê sibe parlamento di saet 11.00’an de bicive.
Di 19’ê Gulanê de Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê navê pênc kesan eşkere kir ku wek namzed ji bo Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê erê kirine.
Pênc kesên ku ji aliyê parlamentoyê ve hatîn pejirandin ev in; Nêçîrvan Idrîs Mistefa, Umêd Ebdulselam Qadir, Mihemed Hemesalih Umer, Rêbwar Ezîz Mistefa, Hîwa Ebdullah Xidir. HEWLÊR