PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berxwedan jiyan e Ocalan hêviya hêviyan e

Berxwedana girtiyên azadiyê carek din gihîşt armanca xwe û dîrok nivîsand. Di dîroka zindanan de gelek car grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê çêbûnê . Lê sê grevên birçîbûnê encamê girîng bi xwe re derxistine holê. Van encaman bandora xwe li ser pêşeroja siyasî û civakî kiriye. A yekemîn 14’ê Tîrmeha 1982’y an de li hember faşîzma 12’yê Îlonê hatibû li darxistin. Ev berxwedana dîrokî faşîzma Kenan Evren têk biribû û hêviyên têkoşîn û berxwedanê ava kiribû. A duyemîn 12’yê îlona 2012’yan destpêkirî bû . Armanc rakirina tecrîta giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû . Girtiyên azadiyê carek din bi ser ketibûn . Piştê 68 rojan bi bangawazîya birêz Ocalan grevên birçîbûnê bi dawî bibû . Piştê van grevan pêvajoya ku wek pêvajoya çareseriyê hatibû bi nav kirîn destpê kiribû. Ev nêzî  7 meh e jî carek din girtiyên azadiyê ketin dewrê li zindan û li derve berxwedana dîrokî dan destpêkirin. Bi hezaran kes li hundir û li derve tev li vê berxwedanê bû.

Tarîtiyek mezin û tirsek giran li ser Tirkiye û Kurdistanê ji aliyê faşîzma AKP’ê û Bahçelî ve hatibû avakirin. Li gor wan êdî tu kes nikaribû serê xwe rake. Ji ber van sedeman, di destpêk de, hêvî û baweriya serkeftinê dihat niqaşkirin, nêzîkatiyên bê bawer û ne rast hebûn. Lê girtî û çalakvan bi biryar bûn ku heta dawiyê, heta mirinê wê biçin. Ev baweriya xurt û di têkoşînê de bi israr bi xwe re serkeftinê anî. Hele hele di meha dawîn de tevlibûna dayikên laçik spî seknek bi heybet û pîroz bû. Li derve dayik li hundir zarokên wan berxwedana dîrokî gihandin serkeftinê. Tecrîd şikandin, faşîzma AKP û MHP’ê anîn ber mirinê.

Di encama berxwedanê de Rêber Ocalan sê caran hevdîtin çêkir. Cara yekem bi Mehmet Ocalan re hevdîtin çêkir lê tu peyam  neda. Wek hevdîtina malbatî bi nav hatibû kirin. Hevdîtina cara yekem bi parêzeran re jî, wek sekna li Îmraliyê bi nav kir. Piştre hevdîtina dawî hêj parêzeran daxuyanî nedabûn ji aliyê gelek derdoran ve nûçeyên spekulatîf hatin çêkirin. Li pişt van nûçeyan dewlet bi xwe hebû. Balkêş bû ku cara yekem kanala Rûdawê van nûçeyan weşand. Piştî 3 rojan parêzer derketin pêşiya raya giştî. Hemû derdor, dost û dijmin, dijber û alîgir bi heyecan bi coş û bi baldarî li benda daxuyaniya birêz Ocalan bûn. Hemû kes nefesa xwe girtibû ji ber ku carek din gavên dîrokî dihatin avêtin. Berxwedan dîrokî bû, rewş dîrokî bû û daxuyanî jî dê bi xwe re rewşek dîrokî derxe holê. Carek din hate îspatkirin ku birêz Ocalan aktorek herî mezin e. Di roja me de serokek ewqas bandor li ser civakan gelan bike nemaye.Yek gotinek, rewşa siyasî û civakî diguherîne, heyecan, coş û moral ava dike. Hêvî û baweriyan xurt dike. Jiyan ji nûve ava dike. Bi rastî jî birêz Ocalan, hêviya hêviyan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar