Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Muslim: Divê rola Rêber Apo neyê paşguhkirin

Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)Salih Muslim destnîşan kir ku di çareserî û aramiya Sûriye û Rojhilata Navîn de divê rola pozîtîf ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê paşguhkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinên 22’yê gulanê ku bi muwekîlê  xwe re pêk anî bûn û di 26’ê gulanê de ragihandin. Ocalan bang li çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê kir ku çalakiya xwe bi dawî bikin. Di heman demê de Ocalan got ku ger derfet çêbibe dê roleke erênî di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de jî bilîze. Ocalan di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re ji bo pirsgirêka kurd li Sûriyeyê wiha gotibû: “Pirsgirêka kurd divê di hundirê Sûriye de çareser bibe. Derfet hebe ez ê di yekitiya Sûriyeyê de pirsgirêkên kurd jî têde hemû pirsgirekên Sûriyeyê rolek erênî bilîzim. Ez ê bi fikir û pêşniyarên xwe yên çareseriyê pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bikim. Divê mafên bingehîn ên gelê kurd û gelên din di destûra bingehîn de bên parastin.”

Tekildarî peyama Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di der barê Sûriyê de, Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Li Sûriyê û Rojhilata Navîn rola erênî ya Rêber Apo xwesteka me ye jî.”

Salih Muslim di destpêka axaftina xwe de ji bo berxwedana ku bi pêşengtiya Leyla Guven hat meşandin diyar kir ku di dîrokê de berxwedanên wiha kêm hatine dîtin û da zanîn ku ev berxwedan hişt ku dewleta tirk qanûnên xwe pêk bîne.

‘Têkoşîna me ji bo ewlehiya projeya netewa demokratîk e‘

Muslim diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewlehiya mafên gelan esas digre û wiha got: “Paradîgmaya Rêber Apo mîrateyek ji gelê Rojhilata Navîn re ye. Ji ber wê jî gelê Rojhilata Navîn Rêber Apo wekî rêberê gelan pênase dikin. Em jî li ser paradîgmaya Rêber Apo dimeşin. Ji bo wê jî projeya netewa demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşketiye divê ewlehiya wê bê kirin. Her wiha mafên gelan jî li vir dibin di gerantiyê de be. Têkoşîna me ji bo vê ye. Peyama ku Rêber Apo dide jî di vê çarçovê de ye.”

‘Rola erênî ya Rêber Apo xwesteka me ye’

Muslim teqez kir ku Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de rolek pozîtîf dê bilîzê û wiha dewam kir: “Ger derfet çêbibe û aliyên pirsgirêkê jî vê bipêjirênin ez texmîn dikim ku Rêber Apo wê rolek aktîf di çareseriya pirsgireka Sûriyê de bilîzê. Di çareseriya pirsgireka Sûriyeyê de hemû dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Ev jî bûye sedem ku tu çareserî pêk neyê. Lê Rêber Apo bi fikrê xwe yê demokratîk, pêşniyar û nêrînên xwe dikarê rewşê biguherînê.”

‘Ji bo çareserî û aramiyê divê rola Rêber Apo paşguhnekin‘

Muslim tekildarî nêrînên Ocalan ji bo çareseriya pirsgirekên Sûriyê wiha axivî: “Di çalakiyên li dijî tecrîdê de diyar bû ku dilê gelê kurd li Îmrali ye. Rêber Apo tiştek çewt nabejê ku ev gel wiha wî himbêz dike. Yên ku bi rastî çareserî û aramî ji Sûriye û Rojhilata Navîn re bixwazê divê rola pozîtîf ya Rêber APO paşgih neke.”

‘Tirkiye hesasiyetan binpê dike‘

Salih Muslim anî ziman ku Tirkiye hesasiyetên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpê dike û wiha got: “Di hesasiyetan de divê pîvanên Tirkiyeyê hebin. Ji berê ve em hesasiyêtên Tirkiyeyê li berçav digirin. Me êrîşî tu dewletan nekiriye û dijminatî nepejirandiye. Yên ku her xwe parastin em in. Di nêrîna min de ev peyama Rêber Apo ya der barê hesasiyetên Tirkiyeyê de ku anî ziman di heman demê de ji bo Tirkiyeyê jî peyamek e. Di mêjiyê Tirkiyeyê de hêjî ‘kurdê baş kurdê miriye’ cîh digre. Divê ev mejî bê guhertin û rêz ji vîna gelê kurd re bê girtin. Êrîş, dagirkerî û gefên dewleta Tirkiyeyê li Efrînê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê berçave ku dewleta Tirkiyeyê hesasiyetan binpê dike.” QAMIŞLO

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar