Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Akin Bîrdal: Divê Enqere peyama Ocalan baş bixwîne

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal diyar kir ku bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê dilxweşker e û got ku divê Enqere peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên aştiyê baş bixwîne.

Parlamenterê berê û Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) Akin Bîrdal çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku li ser daxwaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bû nirxand û diyar kir ku mîsyoneke dirokî li Leyla Guven hatiye barkirin.

‘LEYLA GUVEN BAL KIŞAND SER BIN PÊ KIRINA MAFAN’

Birdal destnîşan kir ku bidawîbûna çalakiya greva birçîbûn û rojiya mirinê ya li ser daxwaza Ocalan dilxweşker e û wiha got: “Serkeftina mafê jiyan û lêgerîna têkoşîna maf e. Biryardarbûna Leyla Guven, dayikên Laçik Spî û girtiyên li zîndanan berxwedanê anî vê astê. Weke Guven jî di serî de diyar kir divê tecrîd bi dawî bibe. Ocalan jî weke girtiyên din mafê xwe bi kar bîne û bi parêzerên xwe rehevdîtin pêk bîne. Leyla Guven bi berxwedana xwe ya 200 rojî peyamên girîng da. Bal kişand ser neçareserbûna pirsgirêka kurd, şert û mercên giran ên girtîgehan û nebûna mafê mirovan, dûrbûna kontrolkirina navneteweyî. Her wiha îşaret bi pirsgirêka aştiyê kir û diyar kir ku divê heta heta aştî bidome”

‘ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD BI AŞTÎ Û DEMOKRASYIYÊ PÊKANE’

Bîrdal da zanîn ku divê hêzên aştî û demokrasiyê peyamên hatin dayîn bigihînin armanca wan û wiha pê de çû: “Lewra pirsgirêka kurd pirsgirêkeke îro nîne. Heke neyê çareserkirin pirsgirêka herî giran a duh û dê ya sibê be. Daxwaza aştî û demokrasiyê hevpar bibe ev pirsgirêk dikare çareser bibe. Divê êdî ew êş bi dawî bibin, tiştên hatine jiyîn dubare nebin. Divê heviya herkesî ji paşerojê hebe. Divê peyamên dayikan li qadan da baş bê xwendin. Divê li dijî zext û pêkutiyên li hemberî dayikan lêpirsîn bê vekirin. Pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê pêvajoyeke gelek giran bû. Hewldanên me bê bersiv man. Lê dawiyê de Leyla Guven û berxwedêran qezenc kir. Ez vê berxwedana wan silav dikim.”

‘DIVÊ ENQERE PEYAMAN BAŞ BXWÎNE’

Bîrdal bi bîr xist ku nîqaşkirina lihevkirina civakî, muzakereyên demokratîk û aştiya bi rûmet mijarên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê Enqere vê yekê baş bixwîne û aştiya civakî dereng nexîne. Pêkanîna civaka aştiyane û demokratîk divê berpirsyariya herkesî be. Meclis di vê mijarê de dikare bê aktîfkirin û rûpelek nû bê vekirin. Neçareserbûna vê pirsgirêkê ji bo herkesî dibe sedema cihêkariyê û xîzaniyê.” ÎZMÎR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar