PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

‘Pêngava me derbasî qonaxek e nû bû’

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku greva birçîbûnê bi ser ketiye û ev tişt ragihand: “Wezîfeya me ya ji niha û pê ve ew e ku li dijî sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê têkoşînê bi ser bixin. Pêngava me ya berxwedanê bi dawî nebûye, derbasî qonaxek e nû bû.”

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê li ser grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku berxwedana rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên mezin li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 26’ê gulanê de bi awayekî serkeftî bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de canbexşên pêngavê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek, Mahsûm Pamay, Umît Acar û Ûgûr Şakar bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn û soza serxistina têkoşîna wan hate dubarekirin.

Komîteyê berxwedêrên pêngavê hemû ji dil pîroz kir û destnîşan kir ku sekna fedayî û berxwedanê gelê kurd û gelên herêmê bi ser xistiye, lewma berxwedana hatiye meşandin berxwedaneke dîrokî ye û di dîroka Têkoşîna Azadiyê de xwedî cihekî girîng e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çawa ku Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê faşîzma 12’yê Îlonê têk bir, vê berxwedanê jî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê gihand ber hilweşînê.

Komîteyê da zanîn ku qada zindanê ji bo têkoşîna azadiyê her tim bûye çepereke mezin a berxwedanê û wiha got: “Qada zindanê bi rengekî bi heybet nîşan da ku bi pêşengiya berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo li ser xeta fedayî ye.”

Her wiha komîteyê gelê kurd û dostên ku di nava 6 mehan de tev li pêngava berxwedanê bûn hatin silavkirin û bi taybetî dayikên girtiyan ên bi laçikên spî bi rêzdarî hatin silavkirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Berxwedana rojiya mirinê û grevên birçîbûnê bi banga Rêber Apo û bi paşdegavavêtina faşîzmê bi dawî bû. Em zanin ku wezîfeya me ya ji niha û pê ve ew e ku têkoşîna xwe ya li dijî sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna li dijî faşîzmê bi ser bixînin. Lewma pêngava me ya berxwedanê bi dawî nebûye. Pêngava me ya berxwedanê derbasî qonaxeke nû bûye. Pêvajo ew pêvajo ye ku dawî li şert û mercên esareta Rêber Apo were anîn, li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Em pê piştrast in ku gelê me û dostên me wê bi vê hişmendiyê li her qadê têkoşînê xurt bikin û pêngava berxwedanê ya li dijî faşîzmê bi ser bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar