Li Belçîkayê 3 hilbijartin bi hev re pêk hatin. Di van hilbijartinan de komunîst, Hawirparêz û Partiyên Rastgirên Radîkal derketin pêş
Di roja 26’ê gulanê de li Belçîkayê 3 hilbijartin bi hev re pêk hatin. Hirbijartinên Parlamentoya Ewropayê, yên federal û yên herêmê bi hev re pêk hatinin.
Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de partiya rastgir a Flamanan N-VA, ji çar wekîlan wekîlek winda kir û 3 wekîl derxistin. Partiya Neteweparêz a Flamanan Vlaams Belang, 2 wekîl derxistin. Di dengdana ji bo Parlamentoya Ewropayê de partiyên endam derxistî wiha ne: Muhafazakar (CD&V), Demokratên Humanîst (CDH-CSP), Lîberalên Flamanî (Open VLD), sosyalîstên bi zimanê fransî, rastgirên navendgir ên bi zimanê fransî û hawirparêz, Keskên Flamanî (Groen), Partiya Kar a Belçîkayê (PTB) û Sosyalîstên Flamanî (SP.A).
Bi tevlibûna hilbijêran a jî sedî 88’an, li tevahiya Ewropayê Belçîka bû welatê herî zêde dengdêr çûyî ser sindoqan.
Di hilbijartinên herêmî de li herêma zimanê flamananî rastgir, li herêma zimanê fransî çepgir derketin pêş.
Di hilbijartina ji bo Federaliyê de jî rêjeya dengan a partiyan wiha ye: Ji sedî 16 Partiya NV-A (-4,3), ji sedî 11,9 Partiya Vlaams Belang (+8,2) û ji sedî 9.5 partiya PS (-2,2) deng girtin. NV-A û PS bir rêjeyeke girîng deng winda kirin.
Bi kurtasî li herêma Flamanan partiya rastgirên radîkal Vlaams Belang bi ser ket û li parlamentoya Flamanê hejmara xwe ya wekîlan ji 6’an derxist 23’yan.
Pêşveçûyîna hawirparêz û komunîstan
Li Valon û Brukselê partiya PS bû partiya yekemîn lê belê bi rêjeya herî kêm a dengan bû yekemîn.
Li herêma bi zimanê fransî diaxivin Hawirparêz û Partiya Kar a Belçîkayê (PTB), bûn serkeftiyên sereke yên hilbijartina herêma Valon û Brukselê. Partiya Keskan bi rêjeya ji sedî 14’an li Parlamentoya Valonê 12 wekîl derxistin û li Brukselê jî ji sedî 9 rêjeya dengê xwe zêde kir.