Nêçîrvan Berzanî bi 68 dengan ji bo Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê hat hilbijartin
Ji bo Serokatiya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê, parlamento çû hilbijartinê. Mesût Barzanî piştî referandûma serxwebûnê ji serokatiyê îstîfa kiribû û ji 1’ê mijdara 2017’an de kursiya serokatiyê vale bû. Parlamentoya Herêma Kurdistanê, îro saet 11.00’an de ji bo Serokatiya Herêmê li hev civiya. Parlamentoya ji 111 kursiyan pêk tê, 81 parlementer beşdarî deng danê nebûn. YNK û Tevgera Nivşê Nû beşdarî rûniştina parlamentoyê nebin. YNK’ê diyar kir ku heta Walîtiya Kerkukê neyê hilbijartin, ewê tevlî rûniştinan nabin û Tevgera Nivşê Nû jî rûniştin boykto kir. Di hilbijartina hat kirin ku Neçîrvan Barzanî bi 68 dengan bû Serokê Herêma Federal a Kurdistanê. HEWLÊR