Li Edeneyê di encama qirkirina siyasî de polîsên AKP’ê bi ser malan de girt û bi hinceta “li ser navê rêxistinê kar kirine” 4 kes binçav kirin
Polîsan di saetên serê sibê de, li Edeneyê bi ser gelek malan de girtin. Di encama qirkirina siyasî de polîsan AKP’ê li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de polîsan hemû amûrên welatiyan serobin kir û dest danîn ser malzemeyên dijîtal.
Hat diyar kirin ku polîsan bi îdîaya “Li ser navê rêxistinê kar kirin” 4 kes binçav kirin û birin Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. EDENE