Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ozturk: Rizgariya ji vê rewşê diyalog û danûstandin e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku şert û mercên heyî nîşan didin ku Tirkiye bi vî rengî êdî nabe û got ku Ocalan bal kişand ser rêya lihevkirin, diyalog û danûstandinan û wiha got: “Yekane rizgariya ji vê rewşê lihevikrina civakî, diyalog û danûstandin e”

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk grevên birçîbûnê yên bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bûn û peyama ku Ocalan bi rêya parêzerên xwe şand, ji ANF’ê re nirxand.

Hevserokê KCD’ê Ozturk diyar kir ku ji 5’ê nîsana 2015’an ve bi tecrîdkirina Ocalan re li Tirkiyeyê zerar li her qadê bûye, hiqûq ji holê rabûye, demokrasiya heyî ya kêm jî bi temamî hatiye betalkirin û aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Ozturk diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ku her carê ceribandin hilweşîneke mezin rû daye û anî ziman, di rewşeke wiha xitimî de bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven grevên birçîbûnê dest pê kirin. Ozturk bi bîr xist ku mafê Ocalan ê hevdîtina bi parêzeran re ji sala 2011’an ve tê astengkirin û wiha got: “Bi saya biryardariya berxwedêran hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re dest pê kir. Ev yek destketiyek e. Bi daxuyaniyên Birêz Ocalan atmosfereke erênî derkete holê. Di mijara diyalog, danûstandin û çareseriya demokratîk de li heman pozîsyonê ye. Di vê mijarê de pêşniyarên xwe anî ziman û ji raya giştî xwest ku nîqaş bike.”

Hevseorkê KCD’ê Ozturk diyar kir ku şert û mercên heyî nîşan didin ku Tirkiye êdî bi vî rengî nabe û ev tişt anî ziman: “Krîza aboriyê jiyan li tevahiya civakê herimand. Azadî û demokrasî ji holê rabû. Yekane rizgariya ji vê rewşê lihevikrina civakî, diyalog û danûstandin e. Ne cara yekê ye ku birêz Ocalan vê dibêje. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin ti pirsgirêk çareser nabe. Pêşketina li her qadê bi çareseriya pirsgirêka kurd dibe. Lewma divê hêzên demokrasiyê hemû van pêşniyaran nîqaş bikin û encamekê biafirînin. Rêbazên 100 salî çareser nakin. Berxwedana li dijî vê yekê xurt dibe. Bi ‘Plana Têkbirinê’ ya 4 salan re xwestin bikin ku kes qala pirsgirêka Kurd neke. Halbûkî eger bala xwe bidana ser dîroka Kurdan wê bidîtina ku gelê Kurd her tim li ber xwe daye, ti carî teslîm nebûye. Eşkere ye ku bi kuştin û esaretê pirsgirêk çareser nabe.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku greva birçîbûnê bi dawî bûye lê belê berxwedan wê heta bidawîkirina faşîzma AKP-MHP’ê bidome. Ozturk wiha got: “Ji sala 2015’an ve li Kurdistanê hiqûqeke cuda ya şer tê bikaranîn. Bi deh hezaran hevalên me hatin girtin, mirovên me li jêrzemînên avahiyan hatin şeiwtandin, şehîdên me hatin şewitandin. Bûyerên ku di nava du hefteyên dawî de li Rihayê diqewimin li pêş çavan e. Heta ku ev mejî neyê guhertin em ê nikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li dijî vê feraseta bê perwa, li dijî vê zîhniyeta ku nirxên mirovahiyê hemûyan binpê dike wê têkoşîna me bidome. Bûyerên dawî nîşan dan ku dema mirov li ber xwe bidin dikarin bi ser bikevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar