Walîtiya Colemêrgê, der barê bikaranîna zozanan de nivîsek parve kir û di nivîsê de diyar kir ku dê şivan û kesên li cem wan di lêpirsîna ewlehiyê re bên derbaskirin û kesên der barê wan de tiştek hebe dê nikaribin biçin zozanan
Walîtiya Colemêrgê, Komîsyona Mêrgan a Bajêr ava kir û der barê zozanan de fermanek parve kir. Di fermandê de hat diyarkirin ku di nav sînorên “Herêma Ewlehiyî ya Leşkerî ya Demborî” de 268 qad hatine tespîtkirin û ji evan qadan 56 jê daxilî “Herêma Qedexe ya Leşkerî” ne û 212 jê jî herêmên serbest in.
Di nivîsa walîtiyê de hat destnîşan kir ku wê şivan û kesên li cem şivanan di lêpirsîna ewlehiyê re bên derbaskirin û kesên der barê wan de tiştek hebe wê nikaribin biçin zozanan.
Di nivîsê de hat diyarkirin ku wê koçerên ne ji bajêr nikaribin biçin zozana û nikaribin zozana kirêbikin û her wiha cotkarên ku biçin zozana jî divê karta wan a “Karta Danasînê ya Zozanvaniyê” hebe.
Di nivîsa walîtiyê de hat gotin ku di dema çêreyê de li gor kapasîteya hatiye diyarkirin wê heywan biçin zozana û xwediyên heywan û zozanan û şivan eger kesên li cem wan endamên rêxistinê bin an jî sûcek wan hebe divê xeberê ji hêzên dewletê re bişînin. Her wiha hat gotin eger ev kes kesên sûcdar an jî têkiliya wan bi rêxistinê re hebe gilî nekin wê mafê wan ê ji bo zozanan bê fesixkirin.
Di nivîsê de hat ggotin divê xwediyên heywanan biroj heywanên xwe bi wesayîtan bînin cihê dê biçinê û şivanên ji derveyî bajêr bên jî divê nasnameyê bigirin. Her wiha di nivîsê de hat diyarkirin ku li navenda bajêr û Geverê sewalvan heta 30’yê cotmehê dikarin biçin zozana û li Şemzînan, Çelê û Rûbarokê jî heta 15 mijdarê dikarin biçin zozanan. COLEMÊR