Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Rêveberiya girtîgehê û nexweşxaneya dewletê jî tevî israra malbatên girtiyan û HDP’iyan jî agahiyan parve nakin. Heta niha tenê 2 girtî sewqî nexweşxaneyê hatine kirin
Girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, li ser banga Ocalan di 26’ê gulanê de dawî li çalakiya xwe anîn. Bi dawîbûna çalakiyê re jî li gelek girtîgehan girtî sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Lê li gelek girtîgehan jî bi hinceta ‘ji me re teblîgat nehatiye’ rêveberiyên girtîgehan destûrê nadin ku girtî sewqî girtîgehan bên kirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ye.
Têkildarî mijarê hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Eylem Amak û parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk axivîn. Amak anî ziman ku pêvajoya dermankirina girtiyan baş naçe û wiha domand: “Em ji rewşa tenduristiyê ya girtiyan bi fikarin. Ji bo şopandina rewşa 104 girtiyan em çûn girtîgeha Mêrdînê. Daxwaza hevdîtinê ya parlamenterê me Tuma Çelîk a bi rayedarên girtîgehê re, bi hinceta ‘li gorî mevzuatê nîne’ hate redkirin. Têkildarî rewşa girtiyan bi tu awayî ne agahiyeke zelal didin me ne jî didin parêzerên girtiyan. Ji 104 girtiyan 6 jê 141 rojan di greva birçîbûnê de bûn. Têkildarî rewşa wan a tenduristiyê em bifikar in.”
Nexweşxaneyê agahî neda
Amak destnîşan kir ku pêkanînên li girtîgehan niha li nexweşxaneyan jî didome û wiha domand: “Nexweşxaneya dewletê jî agahî nedan me. Me agahî ji Odeya Tabîban û parêzeran girtine wergirtin. Heta niha kontrol û dermankirina hemû girtiyan hatiye kirin. Ji bo girtiyên dixwazin bên sewqkirin form hatiye dayîn. Agahî hat ku tenê 2 girtî rakirine nexweşxaneyê.”
Tenê 2 girtî hatine sewqkirin
Têkildarî mijarê parlamenterê HDP’ê ya Mêrdînê Tuma Çelîk jî daxuyand ku li gorî agahiyan kontrola hemû girtiyan hatiye kirin û tehlîlên wan ên xwînê hatine girtin. Çelîk ev agahî parve kirin: “Hat gotin ku hinek girtî hatine sewqkirin. Lê agahiyeke zelal nedan. Li gorî agahiyên me ji nexweşxaneyê wergirtin, 2 girtî sewqî nexweşxaneyê hatine kirin û 3 girtî jî li bendê ne ku bên sewqkirin. Em bi fikar in ku di mijara mudaxalekirinan de baldar tevnegerin. Hejmara girtiyan zêde ye û mudaxaleya li girtîgehê tê rê nake. Nahêlin ku em alîkariyê bidin.” MÊRDÎN