Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Qeyûmê ku şaredarî şêland û dewr kir niha jî da îcrayê

Qeyûmê Şaredariya Cizîrê yê berê Faîk Arican ku şaredarî şêlandibû, 220 milyon lîreyan xistibû bin deynan û avahiya şaredariyê dewrî qeymeqamtiyê kiribû, niha jî bi hinceta ku mûçeyê wî yê 15 rojan nehatiye razandin, şaredarî da îcrayê

Peywira qeyûmê Cizîrê qeymeqam Faîk Arican piştî ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê adarê de HDP’ê bi rêjeyeke bilind bi ser ket, bi dawî bibû. Lê belê Arican bi hinceta ku mûçeyê wî yê 15 rojan nehatiye razandin, şaredarî da îcrayê.

Li gorî agahiyan, çend roj berê midûrê karên nivîsê yê qeymeqamtiyê li şaredariyê geriya û ji rayedaran xwestiye ku mûçeyê Arican ê di navbera 15-31’ê adarê de bê razandin. Lê ji ber ku şaredariyê pere ranezandiye, bi îmzeya qeymeqam Arican teblîgat ji şaredariyê re hatiye şandin.

Bersiv hate dayîn

Di teblîxatê de qeymeqam xwestiye ku di zûtirin dem de mûçeyê wî yê 15 rojan bê razandin.  Piştî vê teblîxatê jî bi îmzeya hevşaredarê Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig bersiv hate dayîn. Di bersiva şaredariyê de hat destnîşankirin ku ji ber rewşa nabaş a aborî ya şaredariyê, mûçe nehatiye razandin.

Serî li daîreya îcrayê da

Li ser vê yekê jî qeymeqam Arican serî li Daîreya Îcrayê ya Cizîrê da û şaredarî da ber îcrayê. Piştî serlêdanê, daîreya îcrayê nivîsek ji şaredariyê re şand û ji şaredariyê xwest ku di nava 7 rojan de mûçeyê 15 rojan ku 6 hezar û 743,48 lîre ye, bê razandin.

Serpêhatiya diziya li Cizîrê 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevşaredarên Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu piştî ku hatin hilbijartin der barê deynên qeyûm de agahî bi raya giştî re parve kiribûn. Li gorî vê, dema ku qeyûm li şaredariyê hatiye tayînkirin di qaseya şaredariyê de 36 milyon û 793 hezar lîre mabûn. Agahiyên ku hevşaredaran dabû  wiha bûn: “Lîmîta di qaseya hevşaredariyê de tenê 20 hezar lîre ye. Qeyûm şaredarî ji bo Banqeya Îllerê 148 milyon û 724 hezar lîre, 3 milyon û 339 hezar lîre ji bo krediya banqeyê, ji bo TEDAŞ’ê 495 hezar lîre, ji bo Lijneya Parastina Bermahiyên Çandî 688 hezar lîre, 2 milyon û 96 hezar lîre temînat, 24 milyon û 912 hezar lîre ji bo esnafan, 699 hezar lîre ji bo SSK’ê û 39 milyon û 837 hezar lîre jî ji bo îhaleyên ku didomiyan deyn hatibûn kirin. Di qaseya şaredariyê de tenê 147 hezar lîre hene. Lê ji ber deynan jî ev pereye hatiye bloqekirin. Ji vî pereyî tenê 20 hezar lîreyî em dikarin xerc bikin.”

Di heman demê de qeyûm Arican avahiya şaredariyê de jî dewrî qeymeqamtiyê kiribû. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar