Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Connolly pereyê ji bo wî hatiye komkirin da malbatên qurbaniyan

Der barê zarokê bi navê Wîll Connolly ku li Zelandaya Nû di serê senatorê nîjadperest de hêk şikandibû de, doz nehat vekirin. Connolly ku weke ‘Egg Boy’ tê zanîn, pereyê ku ji bo parastina wî hatibû berhevkirin jî da malbatên qurbaniyan ku di komkujiya mizgeftê de hatibûn qetilkirin

Di 15’ê adarê de li Zelandaya Nû li dijî mizgeftekê êrîş pêk hatibû û 51 welatî hatibûn qetilkirin. Piştî komkujiyê jî senatorê awusturyayî Fraser Annîng gotibû ‘sedema êrîşan koçberiya misilmanan e.’ Gotinên Annîng jî di raya giştî de rastî bertekên tund hat. Yek ji kesên ji van gotinên Annîng ên nîjadperst aciz jî zarokê 17 salî Wîll Connolly ku weke ‘Egg Boy’ tê naskirin bû. Connolly dema ku bi telefona xwe weşanda zindî dikir û senatorê awûsturyayî daxuyanî di da, di serê Annîng de hêkek şikandibû.

Ji bo piştgiriya bi Connolly re û ji bo ku li dadgehê biparêze, raya giştî kampanya dabû destpêkirin. Di kampanyayê de ji bo Connolly 100 hezar dolarên Awusturyayê (nêzî 69 hezar dolaran) hatibû berhevkirin. Lê polîsên Zelandaya Nû duh ragihand ku Connollyê dê ji ber vê bûyerê neyê sûcdarkirin. Li ser vê yekê jî Connolly bi daxuyaniyekê ragihand ku temamiya pereyê ku ji bo wî hatiye komkirin, ji bo alîkariya bi malbatên ku xizmên wan di komkujiya li dijî mizgeftê de hatine qetilkirin, radestî saziyeyeke civaka sivîl kiriye.

Collonny têkildarî mijarê wiha got: “Ev pereye yê min nîne. Ez bang li qurbaniyên vê trajediyê dikim; hêvîdarim ku ev pereye hindik jî be ji bo we bibe alîkar.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar