Di encama serdegirtina malan de li navçeya Pêrtax a Dersimê 4 kes hatin binçavkirin
Polîsan di saetên serê sibê de, li navçeya Pêrtax a Dersimê bi ser malan de girtin.
Di serdegirtinên malan de, polîsan du birayên hev ên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cafe û Sûat Karakûş, Yilmaz Erol û kesê bi navê Veysel ê paşnavê wî nehat zanîn bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin, birin Midûriyeta Polîsan a Dersimê. DERSIM