Rûniştina doza Leyla Guven li Amedê hate dîtin. Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran a ji bo rakirina qedexeya derketina derveyî welat û sekinandina dozê, red kir
Der barê hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven de, bi boneya ku tev li daxuyanî û çalakiyên li dijî êrîşa dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li hemberî Efrînê, bi îdiaya ‘rêveberiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin. Danişîna doza Guven îro li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin.
Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 200 rojan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de bû û di 26’ê gulanê de li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anî, tev li danişînê nebû. Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Hakan Taş û dîplomatên li Balyozxaneya Hollandayê ya li Tirkiyeyê jî tev li danişînê bûn.
Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku Guven parlamenter e û ji ber vê yekê jî divê darizandin were sekinandin. Her wiha Yalçindag xwest ku qedexeya Guven a derketina derveyî welat divê bê rakirin.
Dadgehê ev daxwaza parêzeran red kir û rûnjiştina dozê taloq kir. AMED