Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayikên Kobanê fêrî zimanê kurdî dibin

Dayikên temenmezin ji bo ku fêrî zimanê kurdî bibin li ser daxwaza wan bi pêşengiya Kongreya Star di komînan de waneyên zimanê kurdî dibînin

Dayikên temenmezin, ji Kongreya Star daxwaz kir ku mamosteyeke zimanê kurdî ji bo wan were erkdarkirin da ku di komînên wan de wan fêrî zimanê kurdî bikin.

Kongreya Star daxwaza dayikan bi cih anî û mamosteyek ji wan re erkdarkirin.  Dayikên ku tev li waneyên zimanê kurdî dibin, ji temenê 30 saliyê heta 75 salî ne. Niha waneyên zimanê kurdî li Komîngeha Şehîd Basil ku li taxa Botan Rojava (Xerbî) de, tên dayîn. 20 dayik tev li waneyên kurdî dibin.

Mamoste Emîne Mihemed ku waneyê dide dayikan, diyar kir ku dayik bi eşqa ciwanan xwe fêrî ziman dikin û wiha got: “Beriya şoreşê derfet kêm bûn ku em xwe fêrî zimanê dayikê bikin lê niha em bi azadî fêrî zimanê xwe dibin û daxwaza dayikan ji bo fêrbûna ziman pir e. Em hêvî dikin ku her dayikek xwedî li zimanê xwe derkeve.”

Dayika bi navê Xanim Hesen (74) destnîşan kir ku ziman nasnameya mirovan e û wiha berdewam kir: “Em hemû dayîk îro di komînan de xwe fêrî zimanê dayikê dikin. Ji bo zimanê kurdî me gelek bedel dan.”

Her wiha dayika bi navê Medîne Elî (40) anî ziman ku beriya şoreşê eger yek kurdî zimanê kurdî bixwenda dihat cezakirin û wiha got: “Rast e em hinekî dereng man lê dîsa em dixwînin. Me zarokên xwe fêrî vî zimanî kirin û divê hemû dayik fêrî zimanê kurdî bibin.”

Kongreya Star dê li hemû komînan waneyên zimanê kurdî bide dayikan. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar