Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Aqûbeta 3 hezar êzidiyan nayê zanîn

Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê de 6 hezar û 417 êzidî hatin revandin. Ji kesên hatin revandin heta niha 3 hezar û 451 ji hêla şervanên YPG, YPJ û HSD’ê ve hatin rizgarkirin. Hîn jî aqûbeta 2 hezar û 966 êzidiyan nayê zanîn

Nifûsa Şengalê beriya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de, derdora 420 hezaran bû. Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 2’yê tebaxa sala 2014’an de bi hezaran şengalî hatin qetilkirin û 6 hezar êzidî jî hatin revandin. Di êrîşê de jiyana nêzî 300 hezar êzidiyan di bin gefa kuştinê de bû. Li ser vê yekê şervanên YPG û YPJ’ê bi hewara civaka êzidî çûn û di navbera çiyayê Şengalê û Rojava de korîdoreke ewlehiyê vekir. Li gorî agahiyên rayedaran, nêzî 360 hezar êzidî di vê korîdorê re gihiştin cihên bi ewle. Mîna kampa Newrozê, li gelek deveran kamp hatin avakirin û zêdetirî 125 hezar êzidî lê hatin bicihkirin. Ên din jî li gel xizmên xwe yên li Tirbespiyê, Amûdê, Serêkaniyê û Hesekê bi cih bûn.

Li gorî agahiyan, di roja destpêkê ya êrîşa li dijî Şengalê de çeteyên DAIŞ’ê hezar û 293 êzidî qetil kirin û di gorên komî de veşartin. Piştî ku Şengal ji hêla hêzên gerîlayên HPG, YJA Star, YBŞ, YJŞ û pêşmergeyan ve hate rizgarkirin, gorên komî yek bi yek tên dîtin. Li gorî agahiyên rêveberiya Şengalê, heta niha 80 gorên komî hatine dîtin. Her wiha 3 hezar û 548 jin, 2 hezar û 869 zilam bi giştî 6 hezar û 417 êzidî jî hatin revandin.

Bîlançoya giran

Di êrîşên li dijî Şengalê de hezar û 759 zarok bavên xwe, 407 zarokan dayikên xwe û 395 zarokan jî hem dayik û hem jî bavên xwe winda kirin. Di operasyonên şervanên YPG, YPJ û HSD’ê de jî hezar û 178 jin, 337 zilam, hezar zarok ku ji  wan 10 jê keç û 926 zarokên lawik in, bi giştî 3 hezar û 451 êzidî ji destên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Lê hîn jî aqûbeta 2 hezar û 966 êzidiyan nayê zanîn. Mala Ezidiyan a Herêma Cizîrê heta niha 491 êzidiyên hatin rizgarkirin bi awayekê fermî radestî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê kirine. Her wiha êzidiyên ji aliyên hêzên YPG, YPJ û HSD’ê vê di demên cuda de hatin rizgarkirin jî teslîmî rêveberiya Şengalê hatin kirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar