Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xeyala ku li Nûrhaqê nîvço mabû 35 sal in dewam dike

 

48 sal berê di 31’ê gulana 1971’an de li çiyayê Nûrhaqê 3 gerîlayên şoreşger Sînan Cemgîl, Alpaslan Ozdogan û Kadîr Manga ji hêla artêşa tirk ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Di 48’emîn salvegera şahadeta wan lêhengan de em dixwazin wan bi rêzdarî bibîr bînin û berxwedana wan hinek ji nêz ve binasin. Em ê hewl bidin li bersîvên van pirsên xwe bigerin. Ew lêheng kî bûn, armanca wan çi bû û çima li Nûrhaqê bûn?

Ji salên 1957’an şûn ve li Tirkiyeyê pergala kapîtalîst hêdî hêdî pêşdiket. Bi pêşketina kapitalîzmê re cudakariya çîniyan û xwe birêxistinkirina kedkaran jî dest pê kiribû. Bi saya rêxistibûn û têkoşîna kedkaran derbekarên 27’ê gulana 1960’an neçar mabûn ku mafê xwebirêxistinkirinê û pêkanîna hinek çalakiyan di makezagona xwe 1961’an de bi cih bikin. Bêguman armanca bi cihkirina wan xalan a duyemîn jî meşrûkirina derbeyan bû. Lewre makezagona 1961’an weke makezagona herî demokratîk a Tirkiyeyê tê pênasekirin.

Di navbera salên 1960 – 70’yan de li seranserê cîhanê di bin pêşengiya kedkarên şoreşger de û di bin dirûşmeya” jiyaneke wekhev û azad” de pêl bi pêl serhildanên civakan bilind dibûn. Yê ku herî zêde bala cîhanê dikişand ser xwe têkoşîna gerîlayên Amerîkaya Latîn bûn.

Bêguman geşedanên şoreşgeriyên cîhanê bandor li şoreşgerên Tirkiyeyê jî dikir. Rêxistinbûna kedkar û xwendekaran roj bi roj bilind dibû. Bingeha serhildan û raperînan xurt dibû. Çalakiyên gelek xurt û bi bandor dihatin lidarxistin. Di wê pêvajoyê de nîqaşên rê û rêbazên şoreşê jî dest pê dikin.

Ji salên 1965’an şûn ve bi bergiriyên pergala kapitalîst di hinek dewletan de pêlên şoreşê kêm dibin û hewldanên li dijî şoreşê dest pê dikin. Lê li Amerîkaya Latîn şoreşa gelên bi awayekî xurt berdewam dike. Şoreşên Amerîkaya Latîn û pêşengên şoreşê ji bo hemû berxwedanan dibin çavkaniyên sûdwergirtinê. Che Guevera weke lêhengê serdemê derdikeve pêş.

Di sala 1968’an de bi coş û morala şoreşgerên Amerîkaya Latîn li gelek dewletan raperîn dest pê dikin. Di gulana 1968’an de li Fransayê çalakiyên gelek bihêz û dorfireh dest pê dikin ku bi qasê şereşê girîng in. Berxwedana Fransayê bandor li şoreşgerên dewletên din jî dike. Ji wan dewletan yek jî Tirkiye ye. Di heman pêvajoyê de li gelek zanîngehên Tirkiyeyê boykot dest pê dikin. Sendîkayên kedkaran dest bi grevan dikin. Kedkar û xwendekarên zanîngehan ji bo şoreşê mil didin hevûdu.

Bi geşedanên cîhanî ve girêdayî bilindbûna berxwedana kedkar û xwendekaran a li Tirkiyeyê desthilatdariya Tirkiyeyê dixe nav tirs û fikaran. Hinek komên faşîst û paramîlîter ava dikin û bi destên wan dest bi êrîşên dijî şoreşgeran dikin. Gelek şoreşger di wan êrîşan de tên qetilkirin. Li gel êrîş û qetilkirinan jî roj bi roj berxwedan bilind dibe.

Di berxwedana kedkaran a 15-16’ê hezîrana 1970’ê yan de artêşa tirk dît ku bi hêzên paramîlîterên faşîst nekare pêşî li şoreşê bigire ew bixwe daket qadan û êrîşê berxwedêran kir. Berxwedêr her roj bi êrîş û zext û zordariyên artêşê re rûbirû diman. Roj tune bu ku şoreşger nehatina qetilkirin. Ro bi roj qad li şoreşgeran dihatin tengkirin. Derfeta têkoşîna qada legal tune dibû. Ji bo derbeya leşkerî rewşeke kaotîk dihat afirandin. Têkoşîna tenê bi bajaran ve sînorkirî ji bo pêşerojê xetereyên gelek mezin dixwe de dihewand. Dorpêçkirin û têkçûna şoreşgeran hêsantir dikir. Pêşengên berxwedanê ev heqîqet didîtin. Faşîzma dewletê bi awayeke dijwar gav bi gav bi ser wan de dihat.  Ji bo berdewam û serkeftina berxwedanê pêdivî bi rê û rêbazên nû hebû, pêdivî bi berigirî û plansaziyên nû hebû.

Di sala 1970’an de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyîn Înan, Alpaslan Ozdogan û Cîhan Alptekîn ji bo şerê çekdarî yê gerîlayê dest bi amadekariyên  damezirandina THKO yê (Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê) dikin. Di heman pêvajoyê de komek şoreşger ji bo perwerdehiya şerê çekdariyê bibînin diçin Filistînê. Di nava wê komê de kesên weke Mustafa Yalçiner û Alpaslan Ozdogan hebûn. Piştî perwerdehiya 6 mehan kom vegeriya welat.

Çavkaniyên sûdwergirtinê şoregerên pêşeng ên Amerîkaya Latîn Che Guevera û hevalên wî bûn. Berxwedan û şoreşên Amerîkaya Latîn ji nêz ve dihatin şopandin. Rê û rê bazên wan, taktîk û stratejiyên wan mînak dihatin girtin.

Di havîna 1970’an de biryara bi cih bûna çiya û zozanan hate dayîn. Li gorî plansaziyê dê têkoşîna şoreşgerî li çiya, zozan û gundan dest pê bikira û ber bi bajêr ve bimeşiya. Lewre ji bo tespîtkirina qadên gerîlayan ji çiyayên Kurdistanê hetanî herêma Behr reş lêkolîn hatin kirin. Di encama lêkolînan de biryara bi cih bûna çiyayê Nûrhaqê hate dayîn.

Di demsala payiza sala 1970’yan de weke destpêkê tîma ku 20 kesî pêk dihat ji bo amadekariyên şerê gerîla ji bajaran vekişiyan çiyayê Nûrhaqê. Hêj di destpêka amadekariyan de bûn darbeya leşkerî  ya 12’ê adara 1971’an pêk hat.

Bi pêkhatina darbeyê re di bin navê “Hareketa Balyozê” de çewisandin û teslîmgirtina civakê dest pê kir. Bajarên sereke yên weke Stenbol, Îzmîr û Enqere jî di nav de li 6 bajaran rewşa awarte ya hiqûq û pîvan nenas hate îlankirin. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Sendîkaya Karkerên Tirkiyeyê (DÎSK) demildest hatin girtin. Êrîşên terorîzma derbekarên faşîst a li dijî kedkar û şoreşgeran dest pê kiribû. Di encama wan operasyonan de rêberên rêxistina Artêşa Rizgariya Gelên Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Huseyîn Aslan û Yusuf Înan dîl hatin girtin.

Koma Nûrhaqê ya ku di destpêka amadekariyên şerê gerîla de bû ji bo rizgarkirina pêşengên xwe kete nava liv û tevgerê. Di encam de biryar dan ku bigrin ser baregaha radarê ya NATO yê ku li bajaroka Kurecîk a navçeya Argan a girêdayî bajarê Meletiyê ye. Li gorî plansaziyê dê xebatkarên beregehê hemû dîl bihatina girtin û dê beranberî wan azadkirina her sê pêşengên  xwe ji derbekaran bixwestina.

Ji bo çalakiyê di bin pêşengiya Sînan Cemgîl de tîma ku ji heft kesan pêk dihat bi rê ketin. Di tîmê de Alpaslan Ozdogan, Kadîr Manga, Mustafa Yalçiner, Haci Tonak, Metîn Gungormuş û Ahmet Erdogan hebûn. Tenê Mustafa Yalçiner û Alpaslan Ozdogan li Filîstînê perwerdehiya leşkerî dîtibûn. Yên din bê perwerde û bê tecrube bûn.

Piştî meşa pênc rojan beriya ku bigihîjin armanca xwe li devera gundê Hedat (Îneklî) ya nêzikê baregehê bi şivanê gund re rûbirû tên. Bi ser agahiya şivan re bi îxaneta keyayê gund di 31’ê gulana 1971’an de leşker tîma çalakvanan dorpêç dike. Piştî şerê 2 saetan ji komê Sînan Cemgîl, Alpaslan Ozdogan û Kadîr Manga şehîd dikevin. Mustafa Yalçiner bi giranî birîndar dîl tê girtin. Haci Tonak ji ber ku wî gavê çek ne li sere wî ye beyî şer bike dîl dikeve dest. Metin Gungormuş û Ahmet Erdogan ji qada şer bi saxî direvin lê demek şûnde li bajêr tên girtin. Bê guman hovîtiya derbekaran tenê bi vaya sînorkirî namîne. Pêşengên THKO’yê Denîz Gezmîş, Huseyîn Aslan û Yusuf Înan piştî darazeke formalîte bi cezaya dardekirinê tên cezakirin û di 6’ê gulana 1972’an de tên darvekirin. Denîz Gezmîş bi dirûşma xwe ya “ Bijî biratiya gelê kurd û gelê tirk” a beriya darvekirinê peyameke gelek girîng li dû xwe dihêle.

Sînan Cemgîl û hevalên xwe bi hêvî û bendewariyên gelek mezin derketibûn çiyayên Nûrhaqê. Mixabin ew hêvî û bendewarî nîvço man. Hêvî û bendewariyên pêkhatina şoreşê yê bi şerê gerîla di şexsê wê komê de zû têk çûn. Lê nedihat wê wateyê ku wê doza wan û xeyala wan a têkoşîna şerê gerîla bi dawî bibe.

Belê cerebeya şerê gerîla biserneketibû lê têkoşîna şoreşgerî bi dawî nebibû. Şopdarên wan di her şert û mercî de li berxwe didan. Berxwedana şopdarên wan piştî 10 salan di 1978’an de careke din pergala dewletê bi qeyraneke mezin a ku dişibiya salên 1968’an re rûbirû hiştibû. Pêvajoya 68’an di 78’an de careke din dubare dibû. Dewletê careke din dest bi êrîşan kiribû. Careke din bi destê komên faşîst şoreşger qetil dikirin. Dîsa nekarî bilindbûna berxwedanê asteng bike. Weke her carî li hinek bajarên serek yên Tirkiyê rewşa awarte îlan kir. Ji bo avakirina bingeha derbeyeke nû careke din rewşeke kaotîk dihat afirandin.

Ji şopdarên Denîz û Mahîran yek jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ocalan û hevalên wî dixwestin xeyala şoreşgerên Nûrhaqê yê nîvçe mayî temam bikin. Ji bo wê di 27’ê mijdara 1978’an de rêxistina bi navê PKK’ê ava dikin û dest bi têkoşînê dikin. Rêxistina ku herî zêde bala dewletê dikişîne ser xwe û rayedarên dewletê dixe nav fikaran PKK ye. Lewre piştî avabûnê liv û tevgerên dewletê yên li dijî wê jî dest pê dikin. Her ku xebatên şoreşgerî bi pêş dikevin êrîşên dewletê jî dijwartir dibin. 22 roj piştî avabûna PKK’ê di 19’ê kanûnê de bi destê hêzên tarî yên dewletê komkujiya Gumgumê (Mereş) pêk tê.

Ocalan dibîne ku waye gav bi gav amadekariyên derbeyê tên kirin. Ew jî dest bi bergiriyan dike. Ji bo parastina xwe û rêxistina xwe dikeve nava hewldanan. Ew û komek hevalên xwe di sala 1979’an de bi ser Sûriyeyê re derdikevin derveyî welat. Piştî derketina wan di demek kurt de pêşdîtina birêz Ocalan rast derdikeve û derbeya 12’ê îlona 1982’yan pêk tê.

Darbekar di hovîtî û qirkirinên xwe de pîvan nas nakin. Hemû sazî û rêxistinên çepgir û demokrat tên tasfiyekirin. Hemû serok û rêberên wan saziyan an tên kuştin yan jî tên girtin. Di şexsê serok û rêberên şoreşger de civak tê eciqandin û teslîm girtin.

Lê hêza wan têrî nake rêxistinek tasfiye bikin û pêşengên wê rêxistinê teslîm bigrin. Ew rêxsitin PKK ye. Pêşengên wê yên weke Mazlûm Dogan, Kemal Pîr û Xeyrî Dûrmûş û bi hezaran hevalên xwe bi berxwedana xwe ya zîndanan dibin kevirê nav diranên faşîzma darbekaran.

Serok û kadroyên PKK’ê yên ku derketibûn derveyî welat li ser şopa şoreşgerên Nûrhaqê li Lubnanê li herêma Beqayê dest bi perwerde û amadekariyan dikin. Piştî amadekariyên 4 salan di 15’ê tebaxa 1984’an de ji bo berdewama şerê gerîlayê ku li Nûrhaqê nîvço mabû vedigerin çiyayên Kurdistanê. Xeyala şerê gerîla yê ku di şexsê koma Nûrhaqê de nivço mabû 35 sal e di bin pêşengiya gerîlayên PKK’ê dê bênavber berdewam dike. Çiyayê Nûrhaqê jî di nav de hemû çiyayên Kurdistanê hetanî herêma Behrareş 35 sal e ji şopdarên Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Sînan Cemgîlan re malovanî dikin.

Di derbaya 12’ê adara 1971’an de darbekaran hêvî û bendewariya şoreşgerên Nûrhaqê di qirika wan de hiştibû lê di derbeya 12’ê îlona 1980’an de pêşengên PKK’ê hêvî û bendewariya serkeftinê di qirika darbekaran de hiştibû.

Meşa şoreşgeriya ku di sala 1970’yan de li Nûrhaqê dest pêkiribû îro di bin pêşengiya birêz Ocalan de şewqa xwe dide cîhanê. Ew meş bi hemû kelecan û germahiya xwe li çar hêlên welat berdewam dike. Ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bûye hêvî. Ji bo şoreşgerên cîhanê bûye çavkaniya hêz û sûdwergirtinê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar