Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şoreş û rûpeleke dîrokî: Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê -I-

Roj 24’ê gulana 1999’an bû. Vê carê dîsa jî dûr ji axa Kurdistanê ji bo hevgirtin, bi yekbûn, hişyarî û cî bicihkirina xewnên şehîd û şoreşgerên kurd yên hezaran salan pêngaveke din hate hilanîn.

Roj duşemê 24’ê gulanê, cih Rode Hode li bajarê Amsterdamê (Hollanda). Salona hoteleke naskirî ku şahidî ji gelek konferans, kongre û çalakiyên dîrokî re kiriye. Wê rojê tevî berdevkên 27 rêxistinên kurdistanî, 150 kes ji siyasetmedarên kurd yên naskirî li dora hev kom bûn ku rûpeleke nû li ser dîroka doza siyasî ya kurd zêde bikin. Wan teva wiha gotin: “Kurd neçar in yekitiya xwe ya neteweyî durist bikin.”

Xewnek ku êdî bibû rastîyek. Ew pêngav bi paş de mabû û ji ber wê jî ew xebat di 6 mehên dawiyê ên sedsala 20’an de pir pêwîst bû. Dengê berjewendiyên doza kurdan dihat ku êdî derbasî pêvajoyeke nû bibe.

Rûpela ku liv û lebatek tije tirs û ricifîn jî xistibû dilê dagirkerên Kurdistanê. Me zû helwesta wan a li dijî çêbûna kongreya netewî ya Kurdistanê di gotin û kiryarê de dît. Ez wek beşdarekî wê kongreya mezin cara yekem bû ku delegeyên ji çar perçên Kurdistanê li ba hev didîtin. Hemû Kurdistan li wir bû. Ev di rewşekê de bû ku li pey peymana Lozanê li sala 1923’an dehan sal bû ku kurd di qada navneteweyî de hatibûn jibîrkirin, lê kurdan bi xwînê hebûna xwe parastibû. Hemû serhildan bi tevkujiyên tirajîk re gehabûn encamê. Êdî gelek kesan dizanîn ku “înkarkirina nasnameya neteweyî” ya miletekî 50 milyon kesî ji hemû cinayetan mezintir e. Bi li ber çavgirtina van pirs û mijaran roja 24’ê gulanê dibû pêngaveke nû ku avirek dida hemû rûdanên beriya xwe.

Li ser dîwarê cihê kombûnê wiha hatibû nivîsîn:

” Ger dê hebûya me îttifaqek / Vêkira bikira me ênqiyadek

Tekmîl dikir me dîn û dewlet / Temsîl dikir me ‘îlm û hîkmet “

Hesret û xewnên fîlosofê mezin Hezretê Ehmedê Xanî di wê helbesta dîrokî de beriya zêdetirî 300 salan gelek axînên kûr dixistin singê kesên amadebûyî. Wan dikir ku êdî li dijî yasayên hişk û înkarkirinê doza meşrû ya serhildêrên kurd derbasî pêvajoyeke bihêztir bikin.

Ji hêla din jî nivîsekê bi sê zaravên sereke ên zimanê kurdî û hinek zimanên din bala her kesî dikişand ser xwe: “Her neteweyek xwedî mafê diyarkirina qedera xwe ye.”

Xala hevpar ya ku wê rojê her kesî bi me dida hiskirin ev bû: Di rûyê her kesî de şahî û lêvên tevan bi ken û tije girnîjîneke sirûştî bûn. Rojeke pir pîroz û girîng ku sala 1880’an û birêveberê yekemîn kongreya kurdan a di bin pêşengiya Şêx Ubeydulah Nehrî de li gundê Nehrî bi bîra me dianî.

Wê rojê deng û awazên Aram Tîgran, Dilşad Seîd, Ciwan Haco, Şivan Perwer, Şêrîn, Diyana Wekîl û Nasir Rezazî zêdebarî hemû heyecana heyî, aramî bi ser hestên me tevan de dianî xwarê. Elbet wan sê rojan hunermend û stranbêjên weke Mezher Xaliqî, Beser Şahîn, Xalid Dilêr û Seyîdxan jî hebûn, lê ji ber kêmbûna demê nekarîn bistirin.

Deynê dîrokê!

Wê rojê peyam pir bûn lê min zanî ku dehan mafên kurdan yên binpêkirî li ser dîroka mirovahiyê deynek e û divê ew deyn bê dayîn.

Sonda wan wiha bû: “Ez bi şerefa xwe sond dixûm ku ez ê herdem nîştiman û berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêz im û xebatê bikim ji bo pêşvebirina xelkê Kurdistanê ez ê bi peymana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve girêdayî bim.”

Ji bo cihbicihkirina xewn û xeyalên sedan salan ew pêngaveke pir mezin bû. Li dijî şerê birakujî û tolhildana hemû tevkujiyên ku di dirêjahiya sedan salan da li welatê me dubare û dehbare bibûn, ew pêngav weke dermanê kewandina hezaran derd û birînên bêderman bû. Ew derman tenê bi Yekitiya Neteweyî re peyda dibû. Ger KNK xwedî insyatîf û îradeyeke seribixwe bûya hingî hemû xwezî û hesretên gelê kurd dikarîbûn di bin banê wê de bigehêjin encamê. Konferansa Neteweyî tenê bi kombûn û çêkirina civînên hemû aliyên kurd dikaribû rê li ber çêkirina Kongreya Neteweyî veke. Hêviyên salan yên nava dilên tije hez û evîna doza azadiyê êdî bi wê pêngavê re dihatin cihbicihkirin. Ew xeyal çima heya roja îro pêk nehatine? Astengiyên li ber çi bûne û xiyaneta navxweyî di sernegirtina wê de çiqas bi bandor bûye? Asta rewşenbîriya serokên me çiqas bi daxwazên kurdan re lihev dihatin? Şehîdên doza azadiyê çima û ji kîjan mereman re canê xwe feda kiribûn? Bendên sedan salan bi wê gavê re dihatin rakirin an ne? Hest û hesretên li ber sinorên destçêkirî yê bidawî bibûna an ne û hwd ew gotin û pirs bûn ku wan kêliyan pir dihatin pirsîn û bihîstin.

Rewşa hingî a li Kurdistanê

Sala 1999‘an KNK di rewşeke wiha da dest bi karê xwe kir:

– Li Sûriyiyê û rojavayê Kurdistanê siyaseta înkar û texrîbkirinê berdewam bû.

– Li rojhilatê Kurdistanê îdama girtiyên siyasî, girtin û bêhihûqiyên li dijî kurdan di asta xwe ya herî bilind de berdewam bûn.

– Li bakurê Kurdistanê bi revandina rêzdar Ocalan re pêvajoyeke nû ya xebata siyasî-leşkerî dest pêkiribû. Hêdî-hêdî xebat ji serê çiyan ber bi bajar, gund û piraniya herêmên Kurdistanê dihat û heta di nava Tirkiyeyê de jî kurd xwedî hêzek e mezin a siyasî bûn.

– Li başûrê Kurdistanê encama ewqas tevkujî, enfal, texrîb û wêrankirina Kurdistanê bû sedema bingehîn ku wijdanên razayî bi çavekî vekirîtir li cinayetên Sedam Husên binêrin. Li pey wan kiryarên hovane ên Baasiyên cinayetkar hêzên kurd jî hêdî-hêdî dihatin cem hev.

– Hêza zêde ya kurdên diyasporayê jî xwedî daxwazên siyasî-civakî û kulturî ji hemû partî, sazî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê bû û ji wan dawa dikir ku êdî dest bi hilanîna pêngavên nû û bihêztir bikin.

– Di wan salan de hemû partiyên kurdan yên xwedî hêz û naskirî di fîltreya şerekî navxweyî an jî dijberiya bi hev re derbas bibûn. Hezaran kurdên bêguneh hatibûn kuştin. Destê dewletên dagirker di destpêkirin û xweşkirina agirê şerê navxweyî de bi aşkerahî dihate dîtin, lê daxwaza hemû gel bi dawîhatina wî şerê kambax bû.

– Revandina Ocalan bi kiryareke terorîstî re hemû kurd û hêzên siyasî ji salên berê gelek zêdetir nêzî hev kiribûn. Ew karê berevajî daxwaza dagirker û hêzên navneteweyî ên ku ew kompolo gihandinbûn encamê nebû sedema bêhêzbûna PKK‘ê û ne jî siyaseta kurd ji hev belav kir.

– Raya giştî şa Ewropayê û welatên zilhêz yên cîhanê ji bo pêngaveke wiha ji aliyê kurdan ve amade nebûn û li dijî berjewendiyên xwe û welatên dagirker ên Kurdistanê dinirxandin.

Di van şert û mercên ku kurd li ser axa xwe pêre rû bi rû bûn karê KNK‘ê xebateke herî girîng a serdema xwe bû.

Wê rojê kesayetiyên xwedî temsiyleteke tije qabiliyet amade bûn: Prof. Dr. Ismet Şerîf Vanli (1924-2011), Prof. Dr. Nadir Nadirov, Şêx Izedîn Husêynî (1921-2011), nivîskar û siyasetmedar Îbrahim Ehmed (1914-2000), Dr. Necmedîn Kerîm, dîrokzan Resûl Hewar, Dr. Mehmûd Osman, Dr. Hesen Şetewî, Dr. Cebar Qadir, Yaşar Kaya, Zûbeyîr Aydar, Dr. Dûriye Ewnî, Elî Qazî, Ezîz Mamlê, Hayder Işik, Ebdurrahman Çadircî, Remzî Kartal, Dr. Nurî Talibanî, Welîd Canpolat û çendîn kesayetên din yên xwedî nav û xebateke hêja ya ji salên berê de.

Wan salan bêtir ji niha civaka kurd birîndar, dîrok tije rojên bi êş û bêedaletî li Kurdistana mezin di hemû waran de di asta herî jor de bû ku kongreya neteweyî dest bi karê xwe kir. Çimkî ji wir û şûnde bû ku êdî reng û cewherê têkeliyên kurdan û cîranên wan jî bi rêya KNK‘ê derbasî pêvajoyeke nûtir dibûn.

Defetên ku bi pêvajayonên nû re dihatin holê ji çavê birêveberên KNK‘ê dûr nebûn. Daxwaza wan ya herî mezin ew bû ku hêza kurdan ya berbelav li dora hev bicivîne û hem jî çanda demokrasiyê di civakê pêş bixin. Daxwazên ku ne tenê di xêra kurdan de belkî dikarin xwedî sûdên herî mezin ji çar dewletên dagirker re jî bin.

Pêngavên despêkê!

Di sala 1992’an de tevgera azadiyê ya di bin pêşengiya PKK’ê de biryar da ku meclisek were avakirin. Ew meclis di nav civakê de wek KUM (Kurdistan Ulusal Meclisi) anku Meclisa Neteweyî a Kurdistanê dihat binavkirin. Li pey bangekê ji bo endamtiya wê meclisê gelek kes pêre ketin nava têkiliyê. Hin kes hatin hilbijartin. Ji bakurê Kurdistan û Ewropa gelek kesan di wê meclisê de cih girtin.

Kesên ku hatin hilbijartin, di nîsana sala 1993’an de ber bi zelê li başûrê Kurdistanê ve çûn. Ew ji bo gavek dîrokî li dora hev civiyabûn ku di meha tîrmehê de jî vegûherî meclisên eyaletan. Liv û lebateke tije hêz û kapasîte ketibû nava riha siyaseta kurdî.

Terora dewleta Tirkiyeyê!

Di demeke kurt de dewleta Tirkiyeyê ket pey endamên wê meclisê û bi awayekî veşartî hin kes hatin kuştin ku hinek ji wan ev bûn:

  1. Fethî Yildirim (5’ê çileya 1994’an)
  2. Ali Tekdag
  3. Mehmet Şen (26’ê adara 1994’an)
  4. Necatî Aydin (9’ê nîsana 1994’an)
  5. Îkram Mîkyaz (5’ê tîrmeha 1994’an)
  6. Av.Faîk Candan (7’ê kanûna 1994’an)
  7. Îbrahîm Încedursun (10’ê tîrmeha 1994’an)
  8. Meryem Çolak (26’ê cotmeha 1997’an)
  9. M. Şîrîn Polat (19’ê îlona 1995’an)
  10. Hasan Hoca (14’ê gulana 1997’an)
  11. Ahmet Dag (14’ê gulana 1997’an)

Her wiha gelek kesên din kuştin. Li pey van teror û kuştinên veşartî hinek kesan jî ji rûyê neçariyê û xelaskirina canê xwe, xwe dane aliyekî. Bi sedema ku ew kes di xebatên xwe de bi ser neketin, di sala 1993‘an de KUM ji kar sekinî. Gelek kes jî hatibûn girtin.

Zextên giran û kurd

Di demeke wiha de ji ber zilma dewleta Tirkiyeyê gelek siyasetmedarên kurd jî derbasî Ewropayê bibûn. Di nav wan de komek parlamenterên DEP’ê (Partiya Demokrasî) jî hebûn ku di 16‘ê hezîrana 1994‘an de hatibû girtin. Beriya wê HEP hebû ku piştre cihê xwe da DEP‘ê û di bin serokatiya Yaşar Kaya (1938-2016) de karê xwe li ser şopa HEP‘ê dabû domandin. Piştî kuştina Mehmet Sîncar (1953-1993) û girtina Yaşar Kaya, di 12‘ê çileya 1993‘an siyasetmedarê kurd Hatîp Dicle weke serokê DEP‘ê tê hilbijartin. Piştre di 2‘yê adara 1994‘an de parlementerên DEP‘ê Leyla Zana, Orhan Dogan û hinek kesên din li ber deriyê parlementoya Tirkiyeyê têne girtin û êdî dawî bi temenê siyasî yê wê partiyê tê.

Ew parlementerên din jî derbasî Ewropa dibin. Di destpêkê de li Ewropa bi navê “Buroya Piştgîriya DEP’ê” saziyek ava kirin û xebatên xwe yên siyasî di bin banê wê de dane meşandin. Buroya piştgiriyê, di destpêkê de bi armanca ku doza hevalên xwe yên di girtîgehê da berdewam û siyasetmedarên kurd di bin konekî de kom bike, hatibû avakirin.

Lê wan siyasetmedaran dixwestin di bin sîwanekê de birêxistin bibin ku ji 4 parçeyên Kurdistanê, ji hemû ol, bawerî, rêxistin, partî û kesayetiyên kurd tê de hebin. Ji bo vê yekê jî bi merema ku nerînên xwe bi rêzdar Abdullah Ocalan re parve bikin, derbasî Şamê li welatê Sûriyeyê bûn. Piştî nîqaş û nîrxandinên berfireh biryara avakirina Kongreyek Neteweyî hat dayîn. Ocalan pêşniyar kir ku rêxistineke neteweyî ji bo çar parçeyên Kurdistanê bê avakirin û bi dilekî fireh û baldarî guhdarî wan kir û tevî piştgîriya ji xebata wiha kurdistanî re nêrînên xwe jî bi wan re parve kirin.

Di destpêkê de wan xwestin li Ewropayê li hev kom bibin, çand, ziman û siyaseta xwe biparêzin û bi awayekî berfirehtir xwe bi rêxistin bikin. Li ser vê bingehê biryara avakirina Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) dan.

Roja 12’ê nîsana 1995’an li Ewropayê ji bo avakirina PKDW’ê dest bi xebatên amadekariyê kirin. Kurdên ji Ermenistan, Rusya, Kurdistan, Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê hatibûn Ewropayê û hin çepgirên Tirkiyeyê jî ku li Ewropa bûn, di 12’ê çileya 1995’an de li Brukselê civînek lidarxistin û komisyonek ji bo amadekariya kongreyê destnîşan kirin.

Ev komisyon ku bi giranî ji parlamenterên berê yên DEP’ê (Yaşar Kaya, Zûbêyir Aydar, Nizamettîn Toguç û hwd) ku wê demê çûbûn Ewropa pêkdihatin, dest bi rûniştin û xebatên xwe yên berfireh kirin.

Wan bi merema ku kurdên li Ewropayê di bin banê sîwan û meclisekê de li hev kom bibin û xebatên xwe yên siyasî û dîplomasî bidin meşandin, sazî û rêxistinên kurdan ziyaret kirin. Nêrîn û pêşniyarên wan guhdar dikirin. Ew piştî xebatên 3 mehan êdî gihîştibûn encamekê.

Roja 12’ê nîsana 1995’an gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd li bajarê Den Haag yê Holandayê civiyan û bi awayekî fêrmî dest bi xebatên xwe kirin. Di wê civînê de gelek nîqaşên dûr û dirêj hatin kirin. Ew tev di wê baweriyê de bûn ku êdî li gor xwestekên gel divê ew derfet baş bêne bikar anîn û di qada siyasetê de pêngavên nû bêne hilanîn.

Piştî wan hevdîtin û axaftinan Parlamentoya Kurdistan li Derveyî Welat (PKDW) hat ava kirin. Bi giranî parlamenter û siyasetmedarên ku ji bakur hatibûn, tê de cih girtin.

Ew di pêvajoya avakirina parlamentoyê de bi hemû nûner û saziyên her çar parçeyên Kurdistanê re hatin cem hev û li ser xebatek wiha li hev kirin. Wan di daxûyaniya xwe da bi aşkera dabûn diyarkirin ku ji wê rojê û pê de ew ê tenê di qalibekî siyasî û kirasê saziyeke diyar de nemînin û ji niha de yê ji bo kongreya neteweyî jî xwedî stratejî û xebatên bêrawestan bin.

PKDW û du xalên girîng

Du xalên grîng ên karê PKDW’ê hebûn: Yek jê ew bû ku êdî yê şerê birakujiyê di navbera kurdan de bi dawî bikin, pirsgirêka navbera kurdan bi riyên diyalogê çareser bikin û xebatên dîplomasiya kurdan bidin meşandin.

Ya diduyan jî ew bû ku PKDW bibe bingeha avakirina Kongreya Netewî ya Kurdistan-KNK’ê.

Bi van du armancên pîroz û dîrokî PKDW yekemîn meclisa sîwan a kurdên li Ewropayê bû û hemû rêxistinên siyasî û sivîl ên kurdistanî di bin wê sîwanê de li hev kom bibûn. Ji bo damezirandina KNK’ê komîteyek hatibû avakirin û ew xebat di bin rêveberiya rêzdar Zubeyir Aydar de dihatin meşandin. Ji xeynî wî kesên weke Ebdurrahman Çadircî jî li kêleka wan siyasetmedarên kurd û weke nunerê PKK’ê xwedî nêrîn, kar û kedeke bêrawestan bû.

Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) di navbera 12’ê nîsana 1995’an û 26’ê îlona 1999’an li Lahey, Viyana, Moskov, Kopenhagen, Roma, Oslo û li Brukselê 11 civînên berfireh lidarxistin. Di wan civînan de ji xeynî siyasetmedarên kurd pirî caran dostên doza kurd ên biyanî anku dîrokzan, siyasetmedar û civaknas jî beşdar dibûn. Ji nava wan yê herê naskirî Martin Van Bruinessen bû ku şehrazayî dîroka siyasî-civakî ya Kurdistanê ye.

Piştî amadekariyên du salan di 4’ê kanûna sala 1997’an de li bajarê Silêmaniyê yekemîn konferansa xwe ya neteweyî lidarxist.

PKDW’ê li seranserê Ewropayê û welatên din 4 salan bênavber xebatên xwe dan meşandin. Raya giştî jî carna bi berfirehî li ser wan çalakiyan dinivîsî û raport amade dikirin.

Di sala 1998’an de dema ku rêzdar Ocalan li Romayê bû wê komîtê di bin serkêşiya Dr. Mehmûd Osman de hevdîtine bi rêzdar Ocalan re pêk anîn. Hingî Ocalan daxwazeke wiha ji wan kiribû: “Lez bikin û kongreya neteweyî ava bikin.”

Piştî komploya 15’ê sibata 1999’an dema parêzeran bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn, daxwaza wî ya yekem avakirina kongreya netewî û piştre peyameke tije daxwaz û şiroveyên balkêş jî ji bo roja îlankirina kongreya neteweyî şandibû… (didome)

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar