Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Êrîşên li Kerkûkê hatin şermezarkirin

Li Kerkûkê şevê din di encam 6 êrîşên bombeyî de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan DAIŞ’ê êrîş pêk aniye û bi daxuyaniyan êrîş hat şermezarkirin

Meclisa Bajarê Kerkûkê, Rêxistina Tevgera Azadî ya Kerkûkê û Serokê Eniya Sedir, Muqtedir El Sadir der barê 6 êrîşên bombeyî yên şevê din li navenda Kerkûkê de teqeyîn daxuyanî dan.

Bîlançoya 6 êrîşên bombeyî yên li kolanên Şeraa Qûds û Bexda yên li navenda Kerkûkê giran dibe. 7 kesan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û 29 kes jî birîndar bûn. Şêniyên Kerkûkê ji bo xwînê bidin birîndaran li ber nexweşxaneyan kom bûn. Li deverên ku êrîş pêk hatin 10 wesayît rûxiyan, xisar li dehan mal û kargehên welatiyan bû. Li gorî hin çavkaniyên DAIŞ’ê ev êrîş pêk anîne, lê hîna kesekê berpirsiyartiya êrîşan negirtine ser xwe.

Fitneyê dixin nava gelan

Meclisa Bajarê Kerkûkê, der barê êrîşan de daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîş weke “Êrîşên terorîstî” bi nav kir. Di daxuyaniya hat dayîn de ev tişt hatin ragihandin: “Em van êrîşan bi hêrs şermezar dikin û mehkûm dikin. Di meha remezanê ya pîroz de êrîşa li dijî gelê me yê sivîl nîşan dide ku terorîst çiqasî qirêj, hov û tirsonek in. Me li nava bajêr û herêmên derdora bajêr tedbîrên xwe yên ewlekariyê zêde kir.” Meclisa Bajêr diyar kir ku bi van êrîşan re hewl tê dayin fitne bikeve nava gel û divê gelên Kerkûkê li dijî her şêweyên êrîşan xwe biparêzin.

Di meha pîroz de êrîş kirin

Rêxistina Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê êrîşan bi tûndî êrîşê şermezar kir û wiha got: “Di mehek wiha ya pîroz de li ser xelkê Kerkûk û kerkûkiyan karên bi vî awayî tên kirin. Em bi tundî êrîşan şermezar dikin” Tevgera Azadî bang li hemû aliyên siyasî kir ku çareyek ji vê qeyranê re bibînin û êdî rê nedin Kerkûk divê rewşê de bimîne.

Kerkûk bûye qurbanê gendeliyan

Serokê Eniya Sedir, Muqtedir El Sadir daxuyaniyek li ser teqînên Kerkûkê da. Sedir got ku Kerkûk bûye qurbanê gendelî û pêşbaziya netewetiyê. Sedir da zanîn ku divê berpirsên Kerkûkê ji kar werin dûrxistin û êdî Kerkûk ji vê rewşê rizgar bibe. KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar