Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi ruhê Şêladizê li dijî êrîşan rabin

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên artêşa tirk daxuyaniyek da. KCK’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Gelê kurd bi serhildana Şêladizê ev dagirkerî erê nekir, da nîşandan ku li kû dera Kurdistanê êrîşek hebe divê gelê kurd li ber wê rabe ser lingan.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser Herêma Xaxûrkê daxuyaniyek nivîskî da. KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanca êrîş û hewildanên dagirkeriya xaka Başûr. KCK’ê banga şiyariyê li her kesî kir û xwest gelê kurd, hêzên demokrasiyê, saziyên sivîl ên civakî bi rista xwe ve rabin û destûrê nedin van pêkanînan.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev êrîş netenê li dijî wane, di heman demê de li dijî tevahiya başûrê Kurdistanê û Iraqê ye jî. KCK’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “ Artêşa tirk a dagirker li devera Xaxûrkê dest bi oprasyoneke ya dagirkeriyê nû kiriye. Ev êrîşa ya ji aliyê desthilata qirker a AKP-MHP’ê ve dewama êrîşên dagirkeriyê ya hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ev tevgera dagirkeriyê ya desthilata faşîst a AKP-MHP’ê carekî din da nîşandan ku ne tenê dijminê bakurê Kurdistan dijminê hemû Kurdistanê ye. Yek ji şahidiya dewleta tirk a mêtinger û qirker a li dijî kurdan e. Ev êrîş ne tenê li ser Tevgera Azadiya Kurd, heman demê li dijî başûrê Kurdistan û Iraqê ye jî.”

PDK bi xefleteke dîrokî bûye hevkariya êrîşê

Daxuyaniya KCK’ê wiha didome: “Ev êrîş li ser bazariyên qirêj û xefletên dîrokê pêk hatiye. Ev êrîş a destpêkê bi rasthatina Serokwezîrê Iraqê ya çûna Tirkiyeyê, dîsa heman roja êrîşê serdana Serokkomarê Iraqê ya ji bo Tirkiyeyê û hevdîtin kirin, her wiha bi van êrîşan re serokwezîrê harêma Başûrê Kurdistanê hilbijartin, li gel wê hevdîtina Erdogan a li gel DYa’yê dide nîşandan ku êrîş pir alî ye. Dîsa li hemberê van êrîşan helwest nedana diyarkirin nîşaneya rastiya vê yekê ye. Hebûna gerîlayan a ji aliyê PDK’ê ve weke dagirkerî nîşandan, êrîşan rewa dike û tevgera dagirkeriyê teşwîq dike. Ji xwe li Herêma Xaxûrêk mêhvandarîkirina arêtşa tirk, dîsa anîna ziman ku alîkarî bide hêzên dagirker vekirî nîşan PDK jî di êrîşê de heye. PDK bi xefleteke dîrokî bûye hevkariya êrîşê.”

KCK’ê di berdewamî ev tişt anî ziman: “Bi taybet piştî nêzîkatiyên deshilata AKP’ê ya piştî serxwebûna referandûmê û krîzên Kerkûkê û şûnde pêk hatina van êrîşan hê zêdetir bêdeng bûye. Bêdengbûna hikûmeta rewa ya başûrê Kurdistanê ya li dijî van êrîşên dagirkeriyê, pêşiya dagirkeriyê vedike. Niha halê hazir li başûrê Kurdistanê bi dehan baragehên artêşa tirk û bi dehan cihên MÎT’ê hene. Li herêmeke hatî dagirkirin evqasî di asta leşkerî de hêz û yekîneyên îstixbaratê nîne. Niha MÎT bi rêxistina îstixbaratê ya başûrê Kurdistanê re kar dike, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê operasyonan pêk tînin. Ev êrîş nayê wê wateyê ku ji ber tenê hebûna gerîla ya li herêmê pêk tên. Bêdengiya PDK tenê dixwaza rastî nixûmînên ne tişteke dine.”

Divê li dijî êrîşan bikevin nava tevgerê

KCK’ê destnîşan kir ku li beramberî bêdenigya dewleta Iraq, hikûmeta başûrê Kurdsitan û partiyên siyasî erk dikeve ser milê gelê başûrê Kurdistanê, ciwanan, jinan, hêzên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û hunermendên ku bûn wijdana civakê. KCK’ê wiha got: “Ev êrîşa dagirkeriyê ji bo ku nebe êrîşa dagirkirina hemû Başûrê Kurdistanê divê gelê me li dijî dagirkeriya dewleta tirk, cihên hêzên leşkerî û nuqteyên MÎT’ê lê ne bikevin tevgerê. Gelê kurd bi serhildana Şêladizê ev dagirkerî erê nekir, da nîşandan ku li kudera Kurdistanê êrîşek hebe divê gelê kurd li ber wê rabe ser lingan.Gelê Şêladizê xeta welatparêziyê ya rast nîşanî herkesê kiriye. Serî den ciwan û jin em bang li hemû gelê başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşan derbikevin û bi rûhê yekîtiya netewî li her cihê başûrê Kurdistanê êrîşan vale derbixînin. Dîsan li nava welat û derveyî welat em bang li hemû gelê xwe û dostan dikin ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Em bang li dewleta Iraqê, bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî jî dikin ku li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin. Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd ne li dijî tu gelî û welatî ye. Tevgera me ya azadiyê tenê ji bo azadiya gelê kurd û demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn têdikoşe. Di şexsê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê de tenê dewleta tirk li dijî vê ye. Li ser vî esasî em bang li hemû dewletên herêmê, hêzên navnetewî û raya demokratîk a cîhanê dikin ku li dijî vê dagirkeriya dewleta tirk helwesta xwe nîşan bidin.”

KCK’ê gerîlayên berxwedêr silav kir

KCK’ê bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe tîne: “Em gerîlayên xwe yên leheng ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe didin silav dikin û berxwedana wan a bêhempa ji dil û can pîroz dikin. Em bawer dikin ku wê gerîlayên azadiyê ku xwedî bîr û baweriyeke xurt in wê bersiva dagirkeran bidin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar