Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Erdogan, xeyalên wî û hatina Trump

Donald Trump piştî 4 salan ji dawîbûna serdema serokdewletiya wî ya destpêkê, careke din wekî serokdewletê Amerîkayê hat hilbijartin. Ev encamên hilbijartinê ne tiştekî...

Çarşamba - 13 Kasım 2024

Balûken vêcarê jî bi pirtûka ‘Oko’ derdikeve pêşberî xwîneran

Îdrîs Balûken a duyemîn a bi navê ‘Oko’ dê di 14’ê hezîranê de bigihije ber destê xwînerên xwe. Balûkên di vê romana xwe de cîhana ku bi têkiliyên newekhev û tehekûmê hatiye avakirin, bi nêrîna yên herî bindest û ên din vedibêje

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken li girtîgeha Sîncanê pirtûka duyemîn nivîsî. Balûken bi romana ‘Oko’ cara duyemîn derdikeve pêşberî xwînerên xwe.

Pirtûka Balûken a ‘Oko’ dê ji Weşanxaneyên Dîpnotê di 14’ê hezîranê de cihê xwe di refên pirtûkan de bigire. Balûken di romana xwe de cîhana ku bi têkiliyên newekhev û tehekûmê hatiye avakirin, bi nêrîna yên herî bindest û ên din vedibêje. Di romanê de kûçik li hemberî mirovên ku xwezayê bi azweriya xwe ber bi tunebûnê ve dibin, li ber xwe didin.

Weşanxaneyê têkildarî pirtûkê di pêşnivîsa xwe de wiha dibêje:

“Îdrîs Balûken bi vê romanê me vedixwîne tiştên ku li ber çavên me diqewim lê di heman demê de ewqas jî ji me dûr. Bi vegotina xwe ya herikbar re me ber bi kûrahiya cîhana li peravên mirovahiyê zindî dibe ve dibe û dihêle ku xwîner bi xwe re rû bi rû bimîne.

‘Demekî pir kin piştre kûçik mîna morikan ji kunikên ku xwe lê veşartibûn, derketin. Mîna hespên herî bilez ên cîhanê baz didan. Gihîştin qada daristanê ya li nêzî peravê. Li nîva girava mirinê ala azadiyê daliqandibûn. Yek bi yek hemû jî leheng bûn. Ew, rengên boyaxa pîroz a ku dê biherike stêrka ala azadiyê bû.’

Tarîtiya ku danî ser rengên boyaxa pîroz.. Hengameya metal a bajaran, biwîzîna bêyom a girseyan… Birçîtî, tînîtî… Piştre jî giravên mirinê… Berxwedana rengên ku stêrka ala  azadiyê boyax dikin… Stranên rizgariyê, govendên aştiyê…”

Pirtûka Balûken a bi navê ‘Uç Kirik Dal’ (Sê şaxên şikestî) jî ji hêla Weşanxaneyên Dîpnotê ve hatibû weşandin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar