Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mazlum Ebdî: HSD dê ji nû ve bê vesazkirin

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî got ku ew amadekariyên ji nû ve vesazkirina HSD’ê dikin. Ebdî diyar kir ku ji nû ve vesazkirina HSD’ê projeyeke mezin e û ji bo ku bikare di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rol bilîze, ev gavekî girîng e. Ebdî rola Ocalan a di çareseriyê de jî bi bîr xist û got ku dê rola Ocalan a di çareseriyê de mezin be

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî di Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî. Ebdî di serî de bixêrhatina beşdaran kir û hemû birîndar silav kirin. Ebdî got ku piştî bidawîbûna DAIŞ’ê, ketine pêvajoyeke nû û di vê demê de erk û berpirsyarî li ser milê her kesî dikeve. Ebdî xurtkirina parastinê û xwe birêxistinkirinê weke mijarên girîng nirxand.

Mazlum Ebdî got ku piştî rizgarkirinê divê çareseriyeke siyasî pêk bê û wiha dom kir: “Şer bi dawî nebûye. Hêzên din dê hewl bidin herêmên me xerab bikin û ewlehiyê têk bibin. Parastina herêmên me erka sereke ye. Weke hêzên leşkerî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em dixwazin ne bi şer, pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Ji bo çareseriya siyasî em amade ne ku di nav de rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk jî, bi hemû aliyan re rêyên diyalogê pêş bixin.”

Amadekariyên ji bo pêşerojê

Ebdî da zanîn ku di şerên rizgarkirinê de 24 hezar şervan birîndar bûne û wiha pê de çû: “Lê ev heval neketin û careke din bi lehengî rabûn. Felsefe û ramanên me ji hemû astengiyên fîzîkî mezintir e. Hevalên şehîd bi dayîna canê xwe, bedelekî mezin dan. Em jî dê erk û berpirsyariyên xwe yên li hemberî wan pêk bînin. Em amadekariyan dikin ku HSD’ê ji nû ve vesaz bikin. Ji bo ku HSD bikare di aloziya Sûriyeyê de rola xwe bilîze, ev projeyeke mezin e. Ev jî dê bi rêya meclisên leşkerî pêk bê. Li pêşiya me konferanseke berfireh a HSD’ê heye. Di vê pêvajoya girîng de rolekî girîng û aktîf ên birîndaran jî dê hebe. Divê beşdarî hemû saziyên HSD’ê bibin û bi rola xwe ya pêşeng rabin.”

Rola Ocalan

Fermandarê HSD’ê yê Giştî Mazlum Ebdî hêvî kir ku konferans bi biryarên girîng bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoya ku em gihîştînê de roleka mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan, me îdeolojiya DAIŞ’ê ya terorîst û faşîst têk bir. Ji ber vê jî di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de rola Ocalan dê ya mezin be. Di hevdîtina bi parêzeran re de jî Ocalan got ku dikare di çareseriyê de rol bilîze. Em bi vê bi bawerin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar