Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di meha gulanê de jî li Efrînê talan, dizî û kuştin dom kir

Dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê mîna mehên din, di meha gulanê de rojane sûcên li dijî mirovahiyê kirin. Hêzên dagirker, ji revandin, îşkence, binçavkirin, kuştin, talan, dizî û heta şewitandinê gelek binpêkirinan li Efrînê dikin

Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê ji roja destpêkê ya êrîşa li dijî Efrînê heta niha, li Efrînê li dijî şêniyên Efrînê hovîtiyeke mezin dike. Binçavkirin, girtin, revandin, kuştin, birîndarkirin, îşkence û koçberkirina bi darê zorê tenê çend kiryarên hêzên dagirker ên li Efrînê ne. Weke hemû mehan, di meha gulanê de jî artêşa tirk li dijî gelê Efrînê binpêkirinên mezin kirin.

Li gorî vê yekê;

“ * Çeteyên dewleta tirk bi dehan sivîl ji navend û navçeyên Efrînê revandin. Navên çend kesên hatin zanîn wiha ne: “Roşîn Hebeş Hisên ê ji gundê Dêr Sewan ê Şerayê, ji gundê Kemrokê 2 jin, Emîna Hisên û Emîna Dawud Ekaş ên ji gundê Meydan Ekbis ê Racoyê, Heyder Mihemed ê ji gundê Çeqala Navîn ê Şiyeyê (piştî fîdyeya hezar lîreyan hate berdan), Nebîha Mûstefa û hevjîn û zarokê wan ên ji gundê Meşelê yê Şera yê, Hisên Şewket ê ji Mabatayê, parêzer Ebdulrehman Bermec ê ji gundê Kefer Sefra yê Cindirêsê û di 3’yê gulanê de jî Îbrahîm Mihemed Xelîl Cercî ê ji bajarokê Badîna yê Mabatayê û mamoste Mihemed Hesen ê ji gundê Qestel Miqdad ê Bilbilê revandin.

* Di 12’ê gulanê de çeteyan li taxa Mehmûdiye ya Efrînê bi çekan bi ser mala jinekê de girtin û xwestin kurê wê birevînin. Piştî lêdanê jî telefona wê dizîn.

* Di 14’ê gulanê de çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm ê (50) ji gundê Xelîlka ê Babê  talan kirin û barê erebeyê wî yên rezan (pelên tirî) dizîn. Îbrahîm ji ber îşkenceyê mir.

* Di 15’ê gulanê de çeteyan cara sêyemîn Mihemed Ehmed Birêm (33) û Ebdo Mihemed (25) ên ji gundê Meska Jorîn ê Cindirêsê revandin.

* Di 15’ê gulanê de çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê bi ser gundê Îska yê Şêrawayê de girtin û 2 zarok ku yek 6 salî û yê din jî 3 salî, di xew de bi demancaya bêdeng kuştin.

* Çend roj berê çeteyan li gundê Basûta yê Şêrawayê welatiyê bi navê Tahir Şahîn revandin.

* Di 28’ê gulanê de di navbera çeteyên Ehrar El Şerqiya û Ehrar El Şamê de li Cindirêsê şer derket. Di şer de sivîlê bi navê Silêman Tobal ê ji Efrînê hate kuştin û 3 sivîl jî birîndar bûn.

* Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ji destpêka dagirkirina Efrînê heta niha 2 hezar û 700 sivîl hatin revandin. Ji van hezar û 600 kes jê li beramberî fidyeyê hatin berdan û aqûbeta hezar û 100 kesan jî nayê zanîn.

 

Êrîşên li dijî jîngehan

* Weke hemû mehan di vê mehê de jî artêşa tirk û çeteyên wê jîngehên sivîl û koçberan ên li gundên navçeya Şera, Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran kirin. Ji ber êrîşan gelek sivîl birîndar bûn û gelek ziyanên madî pêk hatin.

Dizî  û talankirin

* Koma çete ya Emşat, di 29’ê gulanê de bi ser kargeha guvaştina zeytûnan a zarokên Heyder Umer Çawîş a li gundê Kanê yê Şiyeyê de girt. Di serdegirtinê de çeteyan bi qasî 500 tenekeyên zeytê dizîn û li gundê Xelîl jî 50 tenekeyên şêniyê bi navê Xelîl talan kirin.

* Artêşa tirk çêkirina dîwarê li Efrînê didomîne. Bi vê boneyê li Şêrawayê bi dehan malên sivîlan rûxandin.

* Derxistina zevî û komeran a ber bi bazarên Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus û Idlibê ve zêde bû û şêniyan got ku berhemên wan bi erzanî tên firotin.

Şewitandina berhem û daristanan

* Bi destpêkirina demsala çinînê re dagirkeran dest bi şewitandina zeviyên welatiyan kir. Heta niha zêdetirî 11 hektar zeviyên çandiniyê hatin şewitandin.

* Hefteyan din de jî dagirkeran li Şêrawa û Cindirêsê gelek zevî şewitandin û gelek dar birîn. Dagirkeran daristanên li çiyayê Sarsîn, Xirebe Simaq, Goriyê, Kemreş, Sorikê û Cerqa yên Racoyê, nîvê daristanên çiyayê Hawar (deverên Bafran, Keleha Hawar û Rîşa Esiyê), çiyayê Rota (Çiyayê Geliya Cehnemê), Remedana û Kurd ên navçeya Mabatayê, daristanên gundê Tetra, Hec Hesna, Qaziqlî, Şêx Mihemed û Çolaqa yên Cindirêsê û daristana girava gola Meydankê birîn û şewitandin.

* Di 29’ê gulanê de çeteyan li gundên Basilê, Soxankê, Kurzêlê, Kîmar û Dêr Mişmiş ên Şêrawayê zêdetirî 3 hezar hektar zevî şewitandin.

Guhertina demografiyaya herêmê

* Dagirkerên li Efrînê di çarçoveya guherandina demografyaya herêmê de gelek malbatên çeteyan ên li Idlibê li Efrînê bi cih kirin.

* Di 29’ê gulanê de şêniyên gundên Kokana Jorîn û Kokana Jêrîn bi darê zorê ji gundên wan derxistin. Welatî hatin gulebarankirin di êrîşê de di nav de zarok û jin jî 10 kes birîndar bûn. Ji welatiyan Nezîr, Elîf û Mihemed bi giranî birîndar bûn.

* Çeteyan navê mizgeftekê kir ‘Şaxê Zeytûnê.’”

Tevî van binpêkirinan û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê jî, hemû cîhan xwe li bêdengiyê datîne. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar