Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jin xwe ji bo Mîhrîcana Jinan a Zîlan amade dikin

Li ser banga Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) û Yekitiya Jinên Kurd a Elmanya (YJKE) li bajarê Kolnê bi tevlibûna bi dehan jinan ji bo 15’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan a ku dê di 22’yê Hezîranê de bê lidarxistin, civîn pêk hat

15’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan a her salê li Almanyayê tê lidarxistin, dê îsal di 22’yê hezîranê de li Leverkûsenê pêk were.

Jinên ku saet 10:00’ê li ser banga Buroya Aştiyê ya Jinana (CENÎ) Yekitiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJKE) li Kolnê kom bûn, amadekariyên mîhrîcanê nirxandin. Civîna ku ji hemû eyaletên Almanyayê nûnerek tev li bû, jinên êzidî û elewî jî cihê xwe di civînê de girtin.

Rojeva sereke ya mîhrîcana îsal berxwedana grevên birçîbûnê ne. Wê di mîhrîcanê de berxwedana dayikan û çalakiyên fedayî yên di dema berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, bi dirûşma ‘Berxwedana jinê azad dike’ bê destgirtina.

Her wiha li gel tevlibûna gelek saziyan, rêxistinên jinan, HDP, sendîkaya karkerên alman, parlementerên alman û ewropî jî dê cihê xwe bigirin.

Di mîhrîcanê de ji bo zarokan jî amadekarî hatine kirin.

Panela mîhrîcanê ya îsal dê bi sernavê ‘Tundiya li ser jinê polîtîk in, dibe ew jî tu bî’ pêk were.

Panelên ku jinên ciwan, rêxistinên cuda yên jinan û nûnerên YJKE’yê cih bigirin saet 10:30’î destpê dike.

Mîhrîcana ku xwedî bernameyeke dewlemend e, dê gelek hunermend tev li bibin. Her wiha koma erebane û skeç jî hene.

Her wiha cara yekem dê di mîhrîcana îsal de cih ji bo xwarinên herêmî bê dayîn. Xwarinên Rojava, Rojhilat, almanî, Gurgum, Mêrdîn, Dêrsim-Kerboran, Serhat û Riha jî bên pêşkêşkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar